Nûçeyên Iraqê

NY: Li Helehê bi sedên kesan hewcedarî vguheztina ji bo wergirtina tedawiyê ne

Neteweyên Yekbûyî roja Pênşemê (29ê Îlonê) hişyarî da ku pêdivya "sedan" kesan bi valakirina pijîşkî li rojhilatê Helebê, ku di kontrola opozisyonê de ye, heye û alîkariyên xwarinê yên mayî bi tenê têra çarêkê niştecihên bajar dikin, AFP ragihand.

"Giringtir ji hemû tiştî ew e em rewşa pijîşkî ya gelekî krîtîk" a li rojhilatê Helebê çareser bikin, cîgirê şanderê NY bo Sûriyê, Remzî Îzedîn Remzî, got.

"Veguheztina ji bo tedawiya pizîşkî pir bi bilez pêwist e," wî got, piştî rojekê ji bombebarankirina yek ji du mezintirîn newxweşxaneyên bajar, ji lewra jî Emîdnarê Giştî yê NY Ban Kî-moon ew êrîş weke tawaneke cengê wesif kir.

Remzî hişyarî da ku karînên pijîşkî ber bi kêmbûneke dijwar ve diçin û tenê dora 35 doktor li rojhilatê Helebê mane, di demekê de ku dora 250,000 kes ji destpêka Îlonê ve di bin dorpêça rejîmê de ne.

"Dora 600 kesên birîndar bi awayeke baş nayên çareserkirin," Remzî got.

Wî hişyarî jî da ku "madeyên xwarinê kêm dibin" û gelek nanpêjxane hatine girtin û bi tenê 14,000 pakêtên alîkariyên xwarinê mane.

Her yek ji van pakêtan têra pênc kesan dike, wate ew têra 70,000 kesî dikin, wate bi tenê dora çarêka niştecihan, li gorî Programa Xwarinê ya Cîhanî ya NY.

"Em hêvî dikin ku em dê zemîneke guncav ji gihandina (alîkariyan) re çêbikin. NY ji bo gihandina alîkariyên mirovîdi di nav de mewadên pijîşkî jî dê her amade be," Remzî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500