Nûçeyên Iraqê

NY hêviya pêşketina danûstandinên nû yên Sûriyê dike

NY roja Pêncşemê (4ê Tebaxê) hêviya xwe nîşan da ku pêşketinên "di çend rojên kêm ên bê de" bikaribin rê xweş bikin daku danûstandinên aştiyê yên Sûriyê di dawiya vê mehê de berdewam bibin, AFP ragihand.

Cîgirê şanderê NY bo Sûriyê Remzî Îzzedîn Remzî got tevî şerê tund li Helebê û cihên din, NY ji bo nûdestpêkirina danûstandinan di dawiya Tebaxê de "pêbend e" maye.

"Me dev ji hêviyê bernedaye. Em nikarin dev ji hêviyê berdin," ya dîtina çareseriyeke dîplomatîk ji krîza pênc-salî re, Remzî got, anî ziman jî ku dibe ku di çend rojên bê de tevgera ber bi "danûstandinên maqûl" bê dîtin.

Hevdem, Jan Egeland, serokê tîma karê mirovî bo Sûriyê bi piştgiriya NY, hişdariyeke din derbarê krîza alozbûyî li Helebê nîşan dide.

Egeland got ku NY û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor amade ne ji bo şandina pêdiviyên girîng ji bo bajêr lê karwan nikarin bên şandin eger şer neyê rawestandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500