Nûçeyên Iraqê
Penaber

Remezan xwebexşan han dide ku alîkariya awareyên li Bexdayê bikin

Xalid Taî

Remzî Ezzawî alîkariyên ku ji aliyê xelkinên cuda ve bo malbatên aware li taxa Camiya li Bexdayê hatin pêşkêşkirin belav dike. [Wêne ji Remzî Ezzawî]

Remzî Ezzawî alîkariyên ku ji aliyê xelkinên cuda ve bo malbatên aware li taxa Camiya li Bexdayê hatin pêşkêşkirin belav dike. [Wêne ji Remzî Ezzawî]

Di dema meha Remezana pîroz de, Iraqî destê alîkariyê bêtir ji malbatên ku li kampan dijîn dirêj dikin bi rêya pêşkêşkirina xwarin û awayên din ji alîkariyê, weke yekîneyên baguhêrikê ji wan re.

Li taxa Camia ya rojavayê Bexdayê, alîkariyên xwarin û pêdiviyên hawarçûnê rojane digihin, ku weke beşekê ji destpêşxeriyên xwebexş ji aliyê xelkê xwecihî ve tên pêşkêşkirin.

Kamp 100 malbatên ku piraniya wan ji Mûsilê û deverên Beac û Zumar û parêzgeha Enbarê aware bûne dihewîne, berpirsê kampê Remzî Ezzawî ji Diyaruna re got.

Nêzîkî nîvê wan malbata di destpêka salê de gihiştin kampê piştî geştên dirêj û sext, ku ji deverekê diçûn devereke din berî ku li Bexdayê bicih bibin, wî got.

Ji dema vekirina kampê di Nîsana 2015an ve, xelk "alîkariyeke mezin" ji xelkê Bexdayê û parêzgehên din werdigrin, Ezzawî got.

Piraniya alîkariyan ji aliyê welatiyên xwecihî ve tên pêşkêşkirin

"Piraniya alîkariyên ku digihin kampa me ji welatiyan tên," Ezzawî got. "Xelk baştirîn tiştên li cem xwe pêşkêş dikin, û dema ku bi gihiştina awareyên nû dibihîsin, ew yekser bi hawara wan ve tên."

"Di dema boneyên gelêrî û olî, qebareya alîkariyan duqat dibe, ku ev yek hevsoziya me ya niştîmanî di lutkeyê de nîşan dide," wî got.

Metbexa kampê rojane xwarinên germ pêşkêş dike, Ezzawî got, "û niha bi boneya meha Remezanê paşîvên komî jî dide".

"Welatî rojane madeyên xwarinê didin me û em xwarinê ji malbatên aware re çêdikin," wî got.

"Xelkê parêzgehên başûrî her tiştê ji wan tê dikin ji bo alîkariya birayên xwe yên aware ji parêzgehên li bakur û rojavayê welat," wî got.

Bi hatina havînê, Ezzawî got ku wî bangek bi rêya kenalên televizyonê yên xwecihî şand û ji xelkê daxwaza pêşkêşkirina alavên basark bo niştecihên kampê kir daku bikaribin germê tehmûl bikin û barê rojiyê sivik bikin.

"Tenê çend roj derbas bûn û zilamekî ji bajarê Necef pêwendî kir daku 40 basarkan bide kampê," wî got jî.

Kamp herwiha sûtemeniyê ji xwebexşên din werdigre daku jeneratorên elektirîkê kar bikin û enerjiyê bi berdewamî di tevahiya Remezanê de bide.

Alîkarî tayifegeriyê derbas dike

Xelk di hemû demên salê de alîkariyê didin malbatên aware, Hemîd Hemad ê 50 salî, ku awareyekî Enbarê ye ku bo bêtirî du salan ligel malbata xwe li kampa Camia dijî, got.

"Lê di Remezanê de alîkarî zêde dibe, ji ber ku ev meha comerdî, xêrê, û hevsoziya hemû welatiyan bi hev re ye, bêyî liberçavgirtina ol, tayife û etnîkên wan ên cuda," wî ji Diyaruna re got.

Dema ku ew û malbata xwe gihiştin kampê, wan geşteke zehmet derbas kiribû, Hemad got, anî ziman jî ku "ji dema gihiştina me ve, destên alîkariyê ji hemû aliyan ve ji me re tên dirêjkirin".

"Ev hevsozî êşa me gelekî kêm dike."

"Em Sune ne û em piraniya alîkariyên nepereyî û xwarinê ji deverên Şîe weke Bajarê Sedir û parêzgehên Necef û Kerbela werdigrin," wî got. "Ev destpêşxerî yekîtî û hezkirina me ji hev re nîşan didin."

Alîkarî digihe malbatên nemisilman jî

Alîkariya xelkê digihe malbatên nemisilman jî, ku malbatên Bexdayê alîkariya xwe ya xêrdar didin Kiristiyanên aware jî, Qeşe Martin Hermez Dawûd, rêveberê kampa Meryema Xama li Zeyûna, got.

"Xelk bi berdewamî ji seranserî paytextê tên daku li halê niştecihên kampê bipirsin û xwarin, cil û alîkariya moralî bidin wan," wî ji Diyaruna re got.

"Di Remezanê, meha Muherem, û boneyên olî yên birayên me yên Misilman, serdan û alîkarî zêde dibin," wî got, anî ziman ku 142 malbatên Kiristiyan, piraniya wan ji Deşta Nînewa, li kampê dijîn.

"Em Iraqî yek gel in û alîkariya hev dikin," Hesen Mihemed ê 45 salî ji Dora, yê ku alîkariyê di belavkirina alîkariyên xwarinê li ser malbatên aware li vê deverê de kiriye, got.

"Alîkariya xelkê me yên aware erkê me yê niştîmanî ye," wî ji Diyaruna re got. "Remezan me ji hev nêzîk dike û me bihêztir dike ku em destê alîkarî û dayînê bidin wan."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500