Nûçeyên Iraqê

NY: Ji bo hêsankirina kirîza ava Şamê, li Mosko û Enqerayê danûstandin

Şanderê NY bo Sûriyê roja Pêncşemê (12ê Knaûna Duyem) got ku civîn li Enqera û Mosko pêk tên daku arîşeya leşkerî ya metirsîdar dûr bixin û alîkariyê di bidawîanîna kirîza avê de ya ku bandora wê li ser melyonên kesan li Şamê heye bikin, li gorî AFP.

Şer li devera Wadî Bereda yê nêzî paytexta Sûriyê jêrxaneya avê li wir wêran kir û 5.5 melyon kes li paytextê û gundewarên wê rastî kêmbûna avê hatin , li gorî NY.

"Du civînên ku aniha li Enqera pêk tên û dibe li Mosko jî, dê vê mijarê gengeşe bikin ji ber ku ... av li Şamê gelek girîng e," Staffan de Mistura ji nûçegehanan re li Cinîvê got.

NY hatiye agadarkirin ku hukmeta Sûrî ligel pênc gundên Wadî Bereda gihşte rêkeftinê dakû problemê çareser bike, lê belê du gundab rêkeftin qebûl nekirin, yek ji wan jî jêderê sereke yê avê pêk tîne.

"Lewra, metrisî heye, metirseyeke mezin, metirsiyeke nêzîk ku dibe bibe arîşeyeke leşkerî ya mezintir," de Mistura got, û hişyarî da ku "serencam, mixabin (dê bibe) nebûna çareserya problema avê ji xelkê Şamê re".

Roja Çarşemê, parêzgarê hukmetê yê Wadî Bereda got ku hukmeta Sûriyê gihiştiye rêkeftinekê ku li gorî wê artêş dikare derbasî devereke di bin kontrola opozisyonê de li nêzî Şamê bibe û jêderê ava paytextê vegerîne.

Jêderên opozisyonê gotin ku tu rêkeftin tune ye

Pevçûnên dijwar li Wadî Bereda di navbera hêzên rejîmê ligel çekdarên Hizbulaha Lubnanî û hêzên opozidyonê didomin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Êrîş tevî agirbesteke neteweyî pêk hatin ku alîgira rejîmê Rûsiya û alîgira opozisyonê Turkiya piştgiriya agirbesta ku ji 30ê Kanûna ve Yekem pêk hatiye dikin.

Ne Eniya Nusra, ku aniha bi Eniya Fetih Şam tê naskirin, nejî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ne beşek ji agirbestê ne.

De Mistura roja Pêncşemê xxemgîniya xwe ji ber ku agirbestê, ku bi giştî maye, nikarîbû gehandina alîkariyên mirovî yên gelek pêwîst hêsantir bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500