Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tîmeke bo komkirina belgehên li dor tawanên DAIŞ li Iraqê

Xalid Ta'î

Şehrezayên Iraqî goreke bi kom a welatiyên Iraqî yên ku "Dewleta Îslamî" ew sêdare kiribûn li parêzgeha Enbarê veditin. [Wêne ji birêveberiya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Şehrezayên Iraqî goreke bi kom a welatiyên Iraqî yên ku "Dewleta Îslamî" ew sêdare kiribûn li parêzgeha Enbarê veditin. [Wêne ji birêveberiya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Tîmeke lêgerînên ya serbest dê li Iraqê dest bi komkirina belgehên li dor tawanên hovane yên bi destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine kirin bike bo pêkanîna dadweriyê.

Tîm li gorî Biryara 2379 a Encumena Ewlekariyê ya NY hatiye pêkanîn, biryar roja 21 Îlonê hatiye dayîn bo piştgirîkirina xebatên hikûmeta Îraqî yên cezakirina endamên DAIŞ li ser kiryarên wan.

Biryarê banga damezrandina tîmeke lêgerên ya serbest kir, ku ew tîm dê belgeyan kom bike, biparêze, û arşîv bike li dor kiryarên ku tawanên şer in, tawanên li dijî mirovahiyê û komkujiyê ku DAIŞ li Iraqê pêk anîne.

"Iraq dixwaze ku hemû gavên pêwîst bo bicihanîna biryarê biavêje bi kevahengî ligel civaka navnetewî," berdevkê Komîsyona Mafên Mirov a Iraqî, Elî Beyatî ji Diyaruna re got.

Wî got ku tîma lêgerînê, ya ku hatiye pêkanîn, dadwerên Iraqî vedihewîne, yên ku dê li tenîşt şehrezayên Iraqî û navnetewî bixebitin bo destnîşankirina endamên DAIŞ ên ku destê wan di tawanên li dijî mirovahiyê de heye.

Hevahengiya hevbeş "dê alîkariyê de piştgirîkirina ezmûndarên Iraqî di pêkanîna taskên wan ên lêgerînê, komkirina delîlan û pêşxistina pakêteke ceza û hukmên taybet bi van tawanan bike", wî da zanîn jî.

Xebatên piştevan ji ewlehiya cîhanî re

Beyatî got biryar misoger dike ku tîma lêgerînê dê xebatên xwe li gorî rêzgirtina tam ji serweriya Iraqê û pisproriya fermansazî ji tawanên ku li ser xaka Iraqê hatine kirin encam bide.

"DAIŞ ne rêxistineke xwecihî ye, belê ew navdewletî ye," wî bal kişand, û xwedan endamên biyanî û tor û jêderên diravî yên nepenî ye li derveyî Iraqê.

"Dewletên din bawer dikin ku di bercewendiyên wan de ye ku piştgiriya xebatên me bikin daku nehîlin tawankarên vê rêxistina hovane ji cezakirinê birevin, û bi vî awayî daku nikarîbin gefekê li ser ewelhiya niştîmanên xwe çebike," wî got.

Wî got jî ku civak navnetewî baş xeteriya ku şervanên biyanî yên vedigerin welatên xwe yên resen çêdikin fêm dikin.

"Dawîn biryara NY mafê Iraqê yê şopandina hemû endamên DAIŞ ên destê wan di tawanên tevkuştinan, tecawiza cinsî û zordarîkirnê de piştrast dike," endamên komîteya xizmetguzariyan a parêzgeha Nînewayê, Husam Edîn Ebar, got.

Civaka navnetewî dê tîmê bi ezmûndaran û şêwrên yasayî li dor sûcdarkirin û dadgehkirina van kesan ji ber binpêkirinên wan li dijî gelê Iraqê piştgirî bike, wî ji Diyaruna re eşekere kir.

Hesabxwestin ji endamên DAIŞ

"Iroj dadweriya Iraqî bi destpakî û şefafiyet nêzîkî endamên DAIŞ ên hatine girtin ji aliyê hêzên ewlekariyê yan xwe radestkirine dibe," Ebar got.

"Her sûcdarekî hukmê xwe li gorî tawana ku wî kiriye werdigre piştî komkirina hemû belgeyên ku piştrast dikin ku ew sûcdar e," wî got jî, û da zanîn ku tu alî mafê wî tune ye ku destêwerdanên di karêbûarên desthilatdariya dadwerî de bike.

Biryara Encumena Ewelkariyê ya NY ya piştgirîkirina xebatên Iraqê yên dadgehkirina terorîstan pir girîng e, serokê Komeleya Çanda Yasayî, Tariq Herb, got.

Ew rê dide peydakirina piştevaniya locistî û teknîkî yên ku dê dadweriyê li dor haletên terorê bihêz bikin, wî ji Diyaruna re got.

"Biryar refleksa xwesteka welatên cîhanê ya sekna li tenîşt Iraqê dike û alîkarîkirina Iraqê di jinavbirina terorîzmê û nehiştina gefên wê," Herb got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500