Nûçeyên Iraqê

Fransa ji bo alîkariya Dadgeha Tawanan di dadgehkirina çekdarên DAIŞ ên li Sûriyê de amade ye

Fransa "amade ye ku hevangiyê" ligel Dadgeha Tawanan a Navdewletî bike ji bo dadgehkirina çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Sûriyê bi tometên pêkanîna tawanên şer amade ye, Wezîrê Derve Jean-Marc Ayrault roja Duşemê (21ê Mijdarê) got.

Dadgeha Tawanan a Navdewletî take dadgeha hertimî ya tawanên şer li cîhanê ye. Lê belê heta niha tevgerên şandina doza Sûriyê ji bo komîteya ku baregeha wê Hague biserneketine, ji ber ku Rûsya vê yekê bi rêya vîto li Encumena Ewlekariya NY asteng dike. Qebûlkirina NY pêwîst e ji ber ku Sûriye ne dewleteke endam e.

Ayrault ji AFP re got ku "dibe ev gav pêk bên eger girêdayî welatiyên (Fransî) yên ku di nav şerê Sûriyê de ligel DAIŞ ne".

"Em ji bo hevahengiyê amade ne û piştgiriya xwe didin eger rêyek hebe ku em li ser bimeşin," wî got. "Heta eger karîna karê me sînordarkirî be jî, ev derfeteke daku em bibîr bînin ku nabe ku tawanbar bê ceza bimînin."

Rûsya roja Çarşemê got ku ew bi awayekî fermî xwe ji Sîstema Roma ya ku bingeha damezrandina dadgehê ye vedikişîne, û ev kar bi "yekalî û bêsûd" wesf kir.

Di Gulana sala 2014an de, Fransa reşnivîsek pêşkêş kiribû ku têde bang kiribû lêpirsîn derbara tawanên şer li Sûriyê werin kirin, lê belê ew tedbîr biserneket dema ku Rûsya û Çîn ev daxwaz vîto kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500