Nûçeyên Iraqê

Karwanên alîkariya NY bo Sûriyê piştî gurza kujêner hatin rawestandin

NY tevahiya karwanên mirovî li Sûriyê roja Sêşemê (20ê Îlonê) piştî êrîşeke asmanî ya kujêner li ser kamyonên alîkariyan rawestand, AFP ragihand.

Di gurza Duşemê de ya li ser karwaneke alîkariyan ku ber bi Helebê ve diçû "nêzî 20 sivîlan" di nav wan de karmendekî Heyva Sor a Sûrî hatin kuştin, Federasyona Navdewletî ya Xaça Sor û Komelên Heyva Sor gotin.

Bûyer bû sedema nerazîbûna berpirsên NY, li gel serokê alîkriyan Stephen O'Brien ku wî hişyariya da ku eger ew bi mebest be "dê weke tawaneke cengê bê hejmartin".

Komelên Heyva Sor got herî kêm 18 ji 31 otombîlan, ligel komgeha Heyva Sor li Um Kubra li Helebê hatine wêrankirin.

"Gelek alîkarî hat wêrankirin," Komelên Heyva Sor got, da zanîn jî "êrîş bi hezarên welatiyên sivîl ji xwarina pêwist û alîkariyên pizişkî bêpar hişt".

Omer Berekat, ku serokatiya şaxê herêmî ya Heyva Sor dike, di êrîşê de birîndar bibû û piştre mir, Benoit Carpentier berdevkê Komelên Heyva Sor got.

Ajansa Karubarê Mirovî ya NY got ku tevahiya tevgerên hemû karwanên alîkariyê li Sûriyê hatine rawestandin weke "rêkareke ewlekarî ya bilez" hatibû rawestandin.

Êrîş weke "rojeke pir pir tarî ji bo mirovahiyê li Sûrî û bi rastî jî li seranserê cîhanê" that tomarkirin, Jens Laerke berdevkê Ajansa Karubarê Mirovî ya NY got, û anî ser ziman "girînge ku em bikarin rastiyandi rêya lêpirsîneke serbixwe nas bikin".

Êrîş bi tenê paş çend demjimêran ji ragihandina rejîma Sûrî ya bidawîkirina wê ji agirbestê re hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500