Nûçeyên Iraqê

Niştecihên Mûsilê ji sedema "heqên qulan" ture bûne

Tundrêyên ku bê-pare mane qulan li malên xelkê çê dikin daku di nav malan de li Mûsilê çin û bên bê ku kes bi wan bizanibe aniha pare ji qurbaniyan ji bo vî karî dixwazin, AFP roja Yekşemê (5ê Sibatê) ragihand.

Heq nêzî 7000 dînarê Iraqî ye (dewrî $5) lê belê ev yek rewşa wan xerabtir dike, niştecihên aliyê rojavayê Mûsiê, ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku ji bo planek bo êrîşa hêzên ewlekariyan Iraqê digerin, got.

"DAIŞ qulan di dîwarên malên me de çê dike bê ku tu bijare bide me," niştecihekî deverkê ku bi navê "kolana Pêpsî" tê naskirin ku navê Ebû Esed da got.

"Û wan zor li niştecihan kir ku 7,000 dînarî bidin karmendên ku malên wan pûç kirin," Ebû Esed got, ku li gorî gotina wî ew di nav sedên kesên wek wî ne ku eyna vê çareserê bi wan hatiye de ye.

Wî got ku çekdarên DAIŞ ji niştecihên bandorkirî re got ku faydeyên ku ew werdigrin dê ji bo berevanîkirina rojavayê Mûsilê dijî hêzên ewlekariyê bikar bînin.

"Wan bijareya mayîna li malên xwe ligel van qulan di nav dîwarên wan de anjî derketin ji me re hiştin," Ebû Esedî got.

Piraniya niştecihên Mûsilê kehreba wan yan kêm e anjî tune ye û pileyên germiyê gelek caran bi şev kêmî sifir dibe.

Zincîra qulan li malên bi hev girêdayî ve weke tuneleke bi asta cadeyan e ku rê dide çekdaran bê jidestdana bergê ji hevpeymaniya Iraqî û navdewletî bilivin.

Di serê sibeha roja Duşemê de, hêzên Iraqî dest bi xetên yekemên pevçûnên dijî DAIŞ li rojavayê Mûsilê kirin, berdevkê operasyonên hevbeş Lîwa Yehya Resûl Zubêdî ji Diyaruna re got.

"Hêzên hevbeş êrîşeke roketan liser molgeh û asêgehên DAIŞ li deverên Senceq, Tel Ruman û Nehrewan pêk anîn," wî got.

Hevdem, zêdetirî 1 melyon belavok ku agahî li ser ewlehiyê bo niştecihan di nav de ne ji asmanan avêtin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500