Nûçeyên Iraqê

QSD rastî berxwedana DAIŞ li Bajarê Kevin ê Reqa tê

Hêzên Sûriyên Demokratîk roja Çarşemê (5ê Tîrmehê) li Bajarê Kevin ê Reqayê hêdî hêdî dijî berxwedana dijwar ber bi pêş ve diçe, piştî derbasbûna dilê asêgeha "Dewleta Islamî" (DAIŞ), li gorî AFP.

Hevbendiya Erebî-Kurdî derbasî beşê dîrokî bû piştî ku dawiya roja Duşemê êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê du qulan di sengerên wê de çê kirin.

DAIŞ çar dronên biçek û çend xwekujên bi wesayitan dijî şervanên ku pêşve diçûn bikar anîn, berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku di bin seywana QSD şer dikin, Nûrî Mehmûd got.

"QSD pêş ket û rêya stratejî ya Seyf al-Dewla ya ku ber bi Mizgefta Kevin ve diçe girt," Mehmûd got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku roja Çarşemê dema nîvro QSD dora 200 metrî pêş ket.

"Ew niha nêzî 300 metrî ji Mizgefta Kevin ve dûr in -- di medaya avêtina agirê de," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500