Nûçeyên Iraqê
Civak

Ciwanên rojhilatê Mûsilê nîşanên DAIŞ radikin

Xalid Ta'î

Xwebexş taxeke Mûsilê paqij dikin, gemara ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hiştiye dirakin, dîwaran bi peyamên aştiyê dixemilînin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Wê Xweşiktir bike hatiye wegirtin]

Xwebexş taxeke Mûsilê paqij dikin, gemara ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hiştiye dirakin, dîwaran bi peyamên aştiyê dixemilînin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Wê Xweşiktir bike hatiye wegirtin]

Roja dawî ji Sibatê, komeke xwebexşên bi fireçeyên boyaxê û melkesan çekdarkirî xwe bi rakirina slogan û qirêja "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku kolanên sereke yên rojhilatê Mûsilê herifandine erkdar kiriye.

Dawûd Hafiz, 30 salî ye, yê ji rojhilatê Mûsilê, damezrêner û organîzerê kampanyayeke milî ya ji bo rakirina hemû dewsên DAIŞ ji Mûsilê ye, û pakirin û nûkirina rê û jêrxaneyên giştî yên kavilbûyî di dema ku girûpê destê xwe danî ser bajar de ye.

Bi dehên ciwanên deverê di kampanyaya xwebexş de, ya ku roja 26ê Kanûna Duyem destpê kir beşdarin li taxên nişîndar ên rojhilatê Mûsilê ên ku vê dawiyê hatine rizgarkirin .

Armanc "vegerandina wêneyê xweşik ê bajar e", Hafiz ji Diyaruna re got. "Me ev nav li kampanyaya xwe kiriye, 'Wê xweşiktir bike', wate, ka em Mûsilê ji heyama beriya dagirkeriya DAIŞ xweşiktir bikin."

Ciwanekî xwebexş roja 18 Sibatê ala Iraqî, kevokekê û slogana kampanyaya "Wê Xweşiktir bike" li ser dîwarekî li Mûsilê dineqişîne. [Wêne ji rûpela Facebookê a Wê Xweşiktir bike hatiye wegirtin]

Ciwanekî xwebexş roja 18 Sibatê ala Iraqî, kevokekê û slogana kampanyaya "Wê Xweşiktir bike" li ser dîwarekî li Mûsilê dineqişîne. [Wêne ji rûpela Facebookê a Wê Xweşiktir bike hatiye wegirtin]

Xebat bi komeke ji 60 xwebexşan destpê bû, wî got. "Aniha, em zêdetirî 160 beşdaran in, çelakvanên medenî, andazyar, xebatkar, û mîdyakar û gelek sektorên civakê cih digrin."

Jêbirina hemû şopên DAIŞ

"Me dewsên terorîstan reşkirin di nav de wêne, nivîsandin, sloganên li kolanan, meydana û avahiyên giştî," Hafiz got, bi xwebeşên ku li ser Kolana Zohûr, Kolana Musena û Kolana Mesarif û hineke din kar dikin.

"Ligel jêbirina nîşanên DAIŞ, kampanya ji rakirina qirêj û gemarê, girtina qulan, boyaxkirina resîfan û nûkirina nîşanên li nava kolanan pêk tê," wî got.

"Kompanyaya me li vê radeyê xelas nebû, lê herwiha çakirina çendîn rêveberiyên xizmetguzariyan ku ji encama şer kavil bûne lixwe girt," wî got.

"Me bi Nexweşxaneya Xensa destpê kir, xebat jî ji paqijkirin û boyaxkirina oda zarokbûnê, hola zarokan, beşê nûjdariya hinav, dermangeh û ofîsên rêvebirinê pêk hat."

"Sloganên DAIŞ ên li ser dîwarên dibistana Tedmur û dibistana Şeqayîq a keçan hatin jêbirin, û di şûnê de me gotin û wêneyên ku qala hezkirina welat û hêviyê dikin dîkor kirin," Hafiz got.

"Herwiha refên xwendinê hatin nûkirin û boyaxkirin, pencere, elekirîk û destavgeh hatin çakirin," wî got.

Hafiz got ku xwebexşan însiyatîvine din jî dan destpêkirin, di nav de bexşîna xwînê ji leşkerên birîndar re û belavkirina avê li ser şêniyan.

"Kampaniya me berdewam e û dê nesekine,"wî got. "Belê, dê xwe berde taxên Mûsilê yên rojavayî , ku aniha hêzên Iraqî şer li wan lidar dixin daku endamên DAIŞ ji dawîna asêgehên wan ên li bajar derbixin."

Derketina ji serdemeke reş

Li Hemdaniyê, bakurê-rojavayê Mûsilê, şêniyan kampanyayek hevşêwe da destpêkirin.

Xwebexşan însiyatîv kir daku slogan û nîşanên DAIŞ ji ser dîwaran û avahiyan rabikin, û daku wêneyên ku qala bexteweriyê û vegera jiyanê dikin bikêşin.

Şêniyan herwiha tîpa Erebî "nûn" a ku çekdarên DAIŞ li dîwarên malên Kirîstiyanan nivîsandibûn rakirin.

Ev rengên însiyatîvên xwebexş guzariştê li xwesteka xelkê ya tewandina rûpela terorîsmê û jibîrkirina wêneyên şer û wêraniyê dike, endamê encumena bajêrvaniya Hamdaniyê Ebû Rabîe Heyanî got.

"Dora 3,000 xaniyan hene ku ji aliyê terorîstan ve hatine kavilkirin û hîna jî bajêr kêmbûyîneke xizmetguzariyên bingehîn, wekî av û kehrebê, jiyan dike," wî ji Diyaruna re got.

"Kampaniyên bajêrvaniyê hatin destpêkirin ji bo paqijkirina kolanan û taxên nişîndar ji gemarê û nûkirina Nexweşxaneya Hemdaniyê a ku aniha hazir e ji dayîna xizmetguzariyan re," wî got.

Hêviya mezin, serbilindî ji Mûsilê re

Hukmeta xwecihî han dide hemû destpêşxerî û kampanyayên nujenkirinên xwebexşan, Husam el-Dîn Ebar, ku di komîteya encumena parêzgeha Nîneweyê kar dike, got.

"Ez bi van hewilên xelkê ku ruheke hevahengiyê û daxwaza nehiştina hemû encamên terorîzmê nîşan dide, wî ji Diyaruna re got.

"Îro, xelkê Mûsilê, bi taybetî ciwanên Mûsilê, weke tîmekê ji bo nehêştina ala û nîşanên DAIŞ kar dikin û weke xwebexş tevkarî ji bo nûavakirina saziyên xizmetkariyê li bajarê xwe dikin," wî got.

" Xizmet vegeriyaye gelek dibistanan û nexweşxaneyan weke nexweşxaneya Ibn el-Esîr, ku di demek gelek kurt de hat bi hewilên gelek mezin ji tîmên ciwanan nûjen kirin," wî got.

"Me hêviyên mezin hene ku Mûsil bi temamî ji terorê were rizgarkirin, û ku bajar dê zû vegere jiyanê bi xelk û cihên xwe yên bi navûdeng," Ebbar got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500