Nûçeyên Iraqê

DAIŞ rastî şikestinên din tê di pêngava Mûsilê de

Hêzên Iraqî pêşketinên nu li eniyên rojhilat, bakûr û başûrê Mûsilê pêk tînin, berpirsekî artêşê roja Duşemê (5ê Kanûnê) ji Diyaruna re got.

"Hêzên Iraqî di çend saetên borîn de derbasî deverên nu ji taxên Mesarif, Musena û Eelam li rojhilatê Mûsilê bûn, piştî êrîşinên bilez ji aliyê hêzên me yên hevbeş ve: artêş, Ajansa Dije-Terorê û hêzên fewcê bersiva bilez," fermanderê operasyonên Nînewa Necimedîn Kerîm Cibûrî got.

Li eniya başûr, deverên mezin ji Elbu Yusif hatine rizgarkirin, baxçeyekî mezin jî li xwe digre, wî got.

"Derbarê eniya bakûr, gundên Qulan Tepe, Qûrî Xrêban, Derwîş û Ebu Cerûba hatine vegerandin piştî ku terorîstên DAIŞ ji wir vekişîn," wî bal kişand ser.

Dewleta "Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rastî xesarên giran hatiye di şer de, wî got, herî kêm 40 ji çekdarên wê hatine kuştin û hejmarek ji wesayitên wan jî hatine rûxandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500