Nûçeyên Iraqê

Civata Giştî ya NY rewşa Sûriyê nîqaş dike

Biryar bû Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Pêncşemê (20 Cotmehê) rewşa Sûriyê ya ku roj bi roj xirabtir dibe nîqaş bikin, AFP ragihand.

Emîndarê Giştî yê NY Ban Ki-mon dê li civata 193-dewletî amade bibe, û şanderê aştiyê Staffan de Mistura jî dê gotarekê bi rêya konfransa-vidoyî ji Cinîva pêşkêş bike.

Civîn piştî 70 dewlet bi serperiştiyariya Keneda daxwaza pêkanîna gavekê ji bo krîza mirovî li Sûriyê li Civata Giştî çêbikin îmze kirin.

Çîn û Rûsya ne di nav wan 70 ku îmze kiribûn de bûn, ligel piraniya dewletên Efrîqî, û çar dewletên endamên Encumena Ewlehiyê -- Engola, Japon, Sênêgal û Venzuela.

Balyozê Kenedayê Marc-Andre Blanchard got ku ev civîn dê bihêle dewletên endamên NY behsa krîzê bikin, lê pilaneke konkrêt derbarê hewlan tune bûn.

"Niha dem hatiye ku cîhan piştrast bin ku her tîştê ji me tên em dê bikin daku karên kînewer rawestînin û alîkariyên mirovî yên pêwist bi awayekî awarte bişînin," Blanchard ji AFP re got.

Roja Çarşemê, Rêxistina lêborînê ya navdewletî wêneyek bilav kirin ku diyar dike ku zêdetir ji 110 cihan di herdu hefteyên borîn de hatine bombekirin li Helebê.

Piştî "sekinandineke mirovî" roja Pêncşemê li Helebê destpê kir, NY got ku ew hêvî dike bikaribe veguhestina ji ber sedemên pizîşkî ya yekê ji rojhilatê Helebê roja Înê pêk bînin piştî piştrastbûnê ji hemû aliyên şer li bajar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500