Nûçeyên Iraqê

Têvî tundûtûjiyê, hêviyên bi agibestê li Sûriyê hîna geş in

Wezîrê Derve yê Emerîka John Kerry roja Sêşemê (20ê Îlonê) tekez kir ku hêviyên bi mayîna agirbesta li Sûriyê hîna geş in piştî civînekê ligel Rûsya û berjewendîdarên sereke, AFP ragihand.

Di lêdwanên kurt de dema ku ew ji civîna 23-dewletên Girûpa Navdewletî ya Piştgiriya Sûriyê derket, di çarçoveya Civata Giştî ya NY de, Kerry got ku danûstandin dê di dawiya vê hefteyê de dewam bikin.

"Agirbest ne mirî ye," Kerry tekez kir, rojekê piştî ku artêşa Sûrî ragihand ku agirbesta yek-hefteyî bi dawî hat û bombebarankirinên nû li ser bajarên di bin kontrola opozisyonê de pêk anîn.

Şanderê NY Staffan de Mistura tekez kir ku hîn hêvî heye agirbest bê vejiyandin, lê belê ew mukir hat ku nûner li hev dikin ku agirbest di metirsiyê de bû.

Danûstandinên Girûpa Navdewletî ya Piştgiriya Sûriyê kurt û nerehet bûn, beşdaran got.

Hevdem, şer li Sûriyê dewam kir, rojek piştî êrîşeke kujêner li ser karwaneke NY û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor ya ji bo gihandina alîkariyan bo Helebê.

Li Helebê, êrîşên asmanî pêk hatin û agirê hawinan bi ser taxên li jêr kontrola opozisyonê hat barandin, û şer di taxên rojhilatî yên Şamê de jî zêde bû. Agirê hawinan bi ser bajarokê Telbîsa yê di kontrola opozisyonê de hat barandin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-moon di gotara xatirxwestinê xwe ji Civata Giştî de bang li serkirdeyên cîhanê kir ku cenga li Sûriyê bidawî bikin.

"Ez daxwazê ji hemû aliyên bi bandor dikim ku şer rawestînin û dest bi danûstandinan bikin," Ban got, û "êrîşa kîndar û hov ku diyar e bi mebest e" li ser karwana alîkariyê li Sûriyê şermezar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500