Nûçeyên Iraqê
Analîz

Tevî binketina agirbesta Sûriyê, hêviyên aştiyê dimînin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Zarokên Sûrî li Helebê sûdê ji agirbesta kurt werdigrin daku kêfxweşiyê di Cejna Qurban de jiyan dike. [Wêne ji bal Mihemed Ebdula]

Zarokên Sûrî li Helebê sûdê ji agirbesta kurt werdigrin daku kêfxweşiyê di Cejna Qurban de jiyan dike. [Wêne ji bal Mihemed Ebdula]

Tevî ku agirbesta vê dawiyê li Sûriyê ya ku bi pilana Amerîka û Rûsya bû bidawî hat, pencereya teng a aramiyê ku peyda kir dîtinek derbarê tiştên gengaz eger çareseriyeke siyasî biser ket pêşkêş kir derbarê, çavdêr ji Diyaruna re dibêjin.

Agirbest di 12ê Îlonê de kete warê cîbicîkirinê de û piştî hefteyekê roja Duşemê (19ê Îlonê ) herifî dema ku artêşa Sûriyê girûpên opozîsyonê bi binpêkirina şertên agirbestê tometbar kir û ragihand ku agirbest bidawî hat.

Gera tundutûjiyê bilez dubare tevgeriya, bi êrîşeke kujêner ku karwaneke hevbeş a NY, Xaça Sor, û Heyva Sor ku alîkarî digihandin bajarokê Urum Kubra li parêzgeha Helebê kire armanc û aliyên pêwendîdar bi tundî hevdu tometbar kirin. Herwiha roja Çarşemê (21ê Îlonê), pevçûn û bombebarankirinên kujêner li bajarê Helebê dubare destpê kirin.

Piştî civînekê di roja Sêşemê de ligel Rûsya û aliyên pêwendîdar ên sereke di çarçoveya Komeleya Giştî ya NY de, tevî vê yekê, Wezîrê Derve yê Emerîka John Kerry tekez kir ku hêviyên gihiştina bi agirbestekê li Sûriyê hîna mane.

Di daxuyaniyên kurt de dema ku ji civîna her 23 welatên Girûpa Navdewletî bo Piştgiriya Sûriyê derket, Kerry got ku danûstandin dê di demeke bê de vê hefteyê bên lidarxistin.

Çalakvan û rojnamevên li ser erdê amaje bi daketineke mezin ya tundutûjiyî di dema agirbestê de dikin, ji bilî çend binpêkirinên neberdewam ji aliyê girûpên opozîsyonê yên tundrew ve ku wan ragihand ew bi agirbestê pêbend nabin.

Şêniyên Heleba dorpêçkirî gotin ku êrîşên asmanî û topbarankirin di çend rojên destpêkê de ji agirbestê nedihatin bihîstin, AFP ragihand, û Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku hejmara kuştiyan gelekî ji berê kêmtir bû.

Çarenivîsa çareseriya serbazî binketin e

Tevî ku tundutûjiyê dubare destpê kir, aliyên şerker baş dizanin ku ew bi rêya şer bisernakevin, lêkolînerê siyasî Ebdulnebî Bekar, profesorê li kolêja şerîetê li Zanîngeha Ezher, got.

"Her yek ji girûpên opozîsyonê û hêzên rejîmê gihiştiye asta westiyanê piştî pênc salan ji krîzê û operasyonên serbazî," wî ji Diyaruna re got. "Herdu alî êdî bawer dikin ku ew derbasî şerekî westêner bûne ku tê de serketina bi rêya çareseriya serbazî negengaz e."

Lê gelek astengî li ber bidawîkirina şer hene.

Li deverên bin destê opozîsyonê, girûpên çekdar ên tundrew dê hewl bidin ku rewşê aloztir bikin û rêkeftinên agirbestê binpê bikin daku hebûna xwe îsbat bikin, Bekar got.

Hevdem, li deverên li jêr kontrola rejîmê, wî got, girûpên çekdar û ketîbeyên girêdayî rejîmê hene ku xwedî armanc û hesabên xwe yên siyasî yên taybet in.

"Herkes gihiştiye baweriya ku çareserî li Sûriyê, heta ku pêwistiya wê bi demeke dirêj jî hebe, çareseriyeke siyasî ye," rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula, ku li Qahîra dimîne, got.

"Herdu alî biserneketin ku çareseriyekê bi rêya karê serbazî bisepênin," wî ji Diyaruna re got.

Dibe ku agirbesta demkurt di danîna bingehekê bo qonaxa werê a şerê li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û grûpên çekdar ên tundrew ên din de bi ser bikeve, wî got.

Hêviyên çareseriya siyasî dimînin

Ebdula Hesen, ku bazirganekî Sûrî ye ji bajarê Hema û niha li Qahîra dimîne, ji Diyaruna re got ku wî bawer nedikir ku dê agirbest were ragihandin, û amaje bi hewlên binketî yên berê yên ji bo aramkirina rewşê da.

Lê ew hîna hêvî dike ku dê agirbest bimîne, wî got.

"Ez hêvî dikim ku proseya aştiyê bilez destpê bibe û bingeheke xurt ji Sûriya pêşerojê re deyne bi awayekî ku ew jiyeneke birûmet peyda bike û dawî li komkujî û wêrankirinê bîne," wî got jî.

Hîn derfet ji bo bidestxistina destketinên nû bi rêya çareseriyeke siyasî maye ku ew dê di berjewendiya gelê Sûriyê de be, destpêkê û beriya her tiştî, Hesen got.

Di dema niha de, tevî vê yekê, wî got ku ew dê li Qahîra bimîne.

"Gelekî zû ye ku em behsa vegerê bikin, ji ber ku piraniya deveran wêranbûyî ne û pêwîstiyên jiyanê li wan tune ne, û hîna DAIŞ metirsiyê çêdike," wî got.

"Sûrî ji hemû pêkhateyan dixwazin ev serşoka xwînê ya niha bidawî bibe, û hemû li hev dikin ku pirsgirêka sereke ya niha girûpên terorîst in ku ew dirêje bi rewşê didin daku li gelek deveran belav bibin," profesorê aborî li Zanîngeha Şamê Helîm Remlî got.

Agirbesteke berdewam dê "derfeteke zêrîn be ji bo vekirina şerekî rasteqîn li dijî terorîzmê bi beşdariya herkesî", wî ji Diyaruna re got.

Ev yek ji aliyê xwe ve dê bibe sedema vegera diyaloga navxwe di navbera Sûriyan de ku ew dê bingeha pêşerojê deyne, Remlî got.

Piştî hemû azara salên borî, wî got, gelê Sûriyê gelekî hewceyî "çareseriyeke siyasî ya xurt û bilez e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500