Nûçeyên Iraqê

Civîna Sûriyê bê pilaneke ji bo vejiyandina agirbestê bi dawî bû

Civîneke astbilind a navdewletî li ser krîza Sûriyê roja Pêcşemê (22ê Îlonê) bê ku rêkeftin li ser rêyeke vejiyandina agirbesta têkçûyî ku bi navbênkariya Emerîka û Rûsyayê pêk hatibû bi dawî bû, AFP ragihand.

Wezîrê Derve yê Emerîka John Kerry û Sergei Lavrov Wezîrê Derve yê Rûsyayê û nunerên ji 21 welatên din yên Girûpa Piştgiriya Navdewletî ya Sûriyê li New Yorkê ne ji bo amadebûna Civata Giştî ya NY.

Dîplomatê Emerîkî got ku roja Înê ew amade bû ji hevdîtina bi Lavrov re careke din daku w bibîne ma ew dikarin cî bi hev re bikin.

Lê, nûnerê aştiyê yê NY bo Sûriyê, Staffan de Mistura, negeşbîn bû, û ew bi "civîneke dirêj, êşker û bê hêvî wesif kir".

Li Helebê, muşek bi ser herêmên opozisyonê de bariyan,û rejîmê amedkariyên êrîşeke bejahî ji bo vergerandina bajêr kir.

Nêzîkî 30 sivîlan, di nav de çend zarok, hatin kuştin û bi dehan di êrîşên asmanî de birîndarbûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500