Nûçeyên Iraqê

Danûstendinên Navdewletî yên derbarê Sûriyê dê li Lozan û Londinê bin

Civîna navdewletî ya duyem a derbarê tundûtûjîya kujêner li Sûriyê dê roja Yekşemê (16ê Cotmehê) li Londonê pêk bê, piştî rojekê danustendinên li Siwîsrayê, AFP roja Çarşemê ragihand.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dê di herdu civînan de beşdar bibe ji bo gotûbêjkirina "Nêzîkbûna piralî ji bo çareserkirina krîza li Sûriyê, di nav de rawestandina mayinde ya tundutijyê û ji nûve destpêkirina şandina alîkariyên mirovî", berdevkê wî John Kirby got.

Civîna roja şemiyê li Lozanê dê Kerry û Sergei Lavrov wezîrê derve yê Rûsyayê û "şirîkên serekî yên herêmî,"werîne ba hev û lê dibe ku Kerry û hemberên xwe yên Ewropî di danûstandinên roja Yekşemê bên ba hev.

Lavrov got ku dibe Tirkiyê, Erebistana Siûdî û Qeter di danûstandinên ku qewle roja Şemiyê li dar bikevin beşdar bibin.

New Zealand, yek ji 10 endamên ne-herdem yê Civata Ewlekarî ya NY ye, roja Çarşemê reşnivîsek pêşkêş kiribû ku wê daxwaza bidawîkirina êrîşên asmanî li ser bajarê Sûriyê Helebê, cihê ku rejîm û hevalbendên wê êrîşan lê didomînin, kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500