Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY li Sûriyê bi berpirsên Amirîkî û Rûsî roja Pêncşemê dicive

Şanderê NY Staffan de Mistura dê roja Sêşemê (26'ê Tîrmehê) bi berpirsên bilind ên Amerîka û Rûsya li Cinêvê bicive weke hewleke ji bo vejînkirina danûstandinên aştiyê, AFP ragihand.

Berdevkê şanda Amerîka Paul Patin got ku şanda taybet a Wezareta Derve ya Amerîka li Sûriye Michael Ratney dê li civînê amde be, hevdem ajansa nûçeyan a Rûsî Ria-Novosti got ku çîgirê wezareta Derve Genady Gatilov dê nûneratiya Mosko bike.

Berdevkê De Mistura Jessy Chahine, ku civîn piştrast kir, tu hûrbûn li ser ajendeya civînê neda, lê şanderê NY hewil dide proseyeke aştiyê biparêze ku hinek dititrsin ku ew gehiştiye ruxandineke temam.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov di destpêka vê mehê de rêkeftinek li dor "pêngavên berçav" ragihandin daku agirbestê li Sûriye ji têkçûnê xilas bikin, gaveke girîng e berî dewambûna danustandinan.

Kerry û Lavrov dê roja Sêşemê li Vientiane, Laos li tenîş li darketina lutkeya Asya jî bicivin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500