Veguhestinên pizîşkî yên roja Înê (21ê Cotmehê) plankirî bûn hatin derengkirin, Netweyên Yekbûyî (NY) got, piştî ku aliyên şer gerentiyên ewlehiyê yên pêdivî nedan, AFP ragihand.
"Veguhestinên pizîşkî yên nesax û birîndaran mixabin vê sibehê dest pê nakirin ji ber ku mercên pêwîst tune bûn," Jens Laerke , berdevkê ofîsa mirovî ya NY, got.
Karmendên hawarçûna awarte heta niha nikarîne li cihên xwe li rojavayê Helebê ya di bin kontrola rejîmê de bên belavkirin, wî got, û rewş bi "gelek gelek zehmet" wesif kir.
Roja Pêncşemê, Emîndarê Giştî yê NY Ban Kî-moon ji civateke taybet a Civata Giştî re got ku êrîşên asmanî li Helebê nêzî 500 kesî kuştine û dora 2,000 jî birîndar bûn, û alîkariyên xwarinê ber bi kêmbûneke dijwar ve diçin.
Zêdetir ji çarikekê ji miriyan zarok in, wî bal kişand.
Tu karwanên alîkariyên NY ji 7ê Tîrmehê ve derbasî Helebê nebûne, û bişkên xwarinê dê di dawiya vê mehê de xelas bibin, Ban hişyarî da û got jî ku birçîbûn weke çekekî cengê tê bikaranîn.
Roja Înê, encumena mafên mirov a NY civîneke taybet derbarê rewşa Helebê pêk anî, û birêveberê mafên mirove Zeyd Reed el-Huseynî banga avêtina pêngavan li dijî "tawanên bi rêjeyên dîrokî" kir.
Wî cenga Sûriyê ya pênc-salî bi "şerê bi wekalet" wesf kir û bang li aliyên şer kir ku "leystikên navdewletî" bisekinînin.