Nûçeyên Iraqê

Serkirdeyên Cîhanê balê dikşînin ser pirsgirêka penaberan

Yekem lutkeya bi vî awayî derbarê penaber û koçberan de li NY roja Duşemê (19ê îlonê) hat vekirin jibo çareserkirina pirsgirêka şikandina-rîkorda 65 melyon kesan yên ku li seranserê cîhanê koç dikin, AFP ragihand.

Li seranserê cîhanê, xelk ji şerên mîna şerê Surî yê ku pir dirêj kirye, zordarî û hejariyê direvin.

Niha di sala xwe ya şeşan de, şerê li Sûriyê hişt ku nêzîkî neh melyon mirov ji malên xwe derkevin, û çar melyonên din jî reviyane welatên cîran anjî di rêwitiyeke metirsîdar de ber bi Ewropa ve ne.

Lutkeyê hefteyke dîplomasiya asta bilind lenç kir ji ber ku serkirdeyên cîhanê civîna salane ya Civata Giştî ya NY amade dibin, ku îsal dê milmilaniya li Sûrî tê de bi giranî amade be.

Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-moon,Karen Ebûzeyd, got dibe ku lutke bibe sedema zêdebûneke berbiçav a hejmara cihên ewle ji penaberan re li seranserê cîhanê.

Her 193 dewletên endamên NY dê li dor serxistina armancên ku ji aliyê Komisyona Bilind a NY bo Penaberan (UNHCR) hatine danîn li hev bikin, ku ew jî banga dubare welatdarkirina 5% ji nifûsa penaberên cîhanê ye, wê got.

Ew jî dê bighêje dora dubare welatdarkirina 1.1 melyon kesan di sala 2017an de, bi berhevkirina li gel hejmara 100,000 kesan di 2015an de, Ebûzeyd got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500