Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya li dijî DAIŞ xwe ji êrîşa Mûsil re amade dike

Berpirsên bilind ên dîplomatîk û serbazî ji hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dike bo roja duyemîn ku roja Pêncşemê (21'ê Tîrmehê) ye li hev civîn daku êrîşa li ser Mûsilê, asîgeha girûpê li Iraqê, amade bikin, AFP ragihand.

Wezîrên Berevanî û yên derve ji zêdetirî ji 40 welatan li Waşington kom bûn, di dema ku hevpeymaniyên wan ên xwecihî li Sûriye bi pêşve diçin.

Mûsil di hefte û mehên bên de dê bibe navenda kampanyayê.

"Divê em bînin bîra xwe, Mûsil ew cih e ku [lîderê DAIŞ] Ebû Bekir el-Bexdadî Xîlafeta xwe ya sexte di Hezîrana 2014'an de ragihand," Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîka ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞ, got.

"Û eger em vê kampanyayê bi duristî li ser erdê pê bînin, ji hemu aliyan ve, wê demê em dikarin bihêlin jinavçûn bibe çarenivîsa wî," wî got.

Di roja yekê ji danûstandinan de, wezîrên berevaniyê beşqe li hev civîn daku behsa tektîkên eniya şer bikin, hevdem wezîrên derve soz dan $2 milyar weke xerciya avakirinê bidin.

Civîna Pêncşemê wan kom kir daku çawaniya misogerkirina pêkhatina rêkeftineke siyasî û vegerandina awareyan piştî her serkeftinekê li mûsilê nîqaş bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500