Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî li dor pilaneke ji bo têkçûna DAIŞ li hev dike

Endamên Hevpeymaniya navdewletî li dijî "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraq û Sûriyê roja çarşemê (20'ê Temûzê) li dor planeke ji bo dorpêçkirina komê li asêgehên wê yên dawîn li hev kirin, AFP ragihand.

Wezîrên berevaniyê yên ji welatên Erebî û Rojava di civîna hevpeymaniyê de li Waşinton, D.Ç., ji bo nirxandina rewşê gotin wan pilaneke leşkerî ji bo rizgarkirina bajaran bi hêzên herêmî li Iraqê û Sûrî heye.

Hewleke serbazî ya bilezûbez dê bihêle ku girûp ji bo el-Reqa li Sûriyê û Mûsil li Iraqê bi paş keve ,Wezîrê Berevanî ya Amerîka Aşton Karter li perawêza civîna ku dê du rojan berdewam bike, bêyî ku hûrbîniyên pilanê eşkere bike, got.

Wezîrê Berevaniya Frensa Jean-Yves le Drian got şerê ji bo Iraqê û Mûsilê herwiha kilîta ewlekariya pêşerojê ye ji bo bajarên Ewropî, ku DAIŞ zincîrek ji êrîşan li wir pêk anîbû.

"DAIŞ ne tenê artêşeke terorîstiyane ye ku herêm dagir kiriye," wî got, bal kişand ser deverên li Iraq û Sûriyê ku di bin kontrola komê de ne. "Herwiha ji vê herêmê jî dest bi herdu operasyonên ku ji aliyê terorîstan ve hetibûn fermankirin kirin, ku Firensa pê êşiyaye (û) herweha xebatên propegenda yê."

Di heman demê de, welatên alîkar soz dan ku 2$ milyaran pêşkêş bikin bo xerciyên ji nuve avakirina Iraqê û dûrkirina civakên wê ji tunûtûjiyê, rayedaran got

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500