Nûçeyên Iraqê

Matis: Divê doseya çekdarên biyanî yekalî bibe

Wezîrê Berevaniya Amerîkî Jêm Matis Sêşemê (13ê Sibatê) got ku bêhelwestî li hember çekdarên biyanî yên li Sûriyê girtî "ne bijare bû", AFP ragihand.

Ev lêdwan hatin dayîn piştî civîna Romayê ya hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike.

Di dema cengên giran de bo derxistina DAIŞê ji Reqayê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi "sedên" çekdarên biyanî girtin, Matis got.

Amerîka naxwaze ku girtî li Sûriyê bimînin, ew ditirse ku valahiya desthilatdariyê rê bibe çekdaran ku birevin û careke din çek hilgirin. Ew dibêje divê çekdarên biyanî li welatên xwe yên resen bin.

"Xeta sor ew e, em naxwazin ku ew (ev çekdarên han) vegerin kolanên Enqerayê, (...) Tûnisê, Parîsê û nejî Bruselê, (…)," Matis got, piştî civîna bi 12 hemberên xwe re ji 13 welatan.

"Ev kêşeyeke navdewletî ye, û divê bê çareserkriin bi beşdariya hemû aliyan."

Lê çend dewlet naxwazin ku çekdar vegerin welatên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500