Nûçeyên Iraqê

Civîna hevpeymaniya li dijî DAIŞ dê di 22yê Adarê de bê lidarxistin

Her 68 endamên hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin dê di 22yê Adarê de bicivin û ev ji Kanûna Yekem ya 2014an ve yekemîn civîna temam ya hevpeymaniyê ye, AFP roja Pêncşemê (9ê Adarê) ragihand.

Danûstandin, ku dê li Wezareta Derve ya Amerîka li Waşingtona paytext pêk bên, dê bi serokatiya Wezîrê Derve yê nû Rêks Tilerson bin.

Civîn di dema ku hevpeymanî şerê DAIŞ li nava bajarê Mûsilê yê Iraqî dike û nêzî asêgeha girûpê li Reqaya Sûriyê dibe tê.

Wezîrên derve dê pêşengtiya xebatên siyasî yên ji bo xweşkirina zemînê ji aramkirina Iraq û Sûriyê re piştî ku dawîn asêgehên girûpê bên têkbirin bikin.

Wezîr dê endaman ji pêşketinên li meydana şer xeberdar bikin, lê belê dê daxwza hizrên nû li ser çawaniya şerkirina propagandaya girûpê ya di rêya internêtê de, belavbûna girûpê di derveyî erdên wê yên sereke û tejnîdkirina çekdaran jî bikin.

Di 23yê Adarê de, piştî civîna wezîran, girûpeke hevpeymaniyê, ku efserên serbazî jî tê de hene, dê ligel hev bicivin daku planan biçesipînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500