Nûçeyên Iraqê

Wezîrê Derve yê Misrê li Belcîkayê ye têkildarî gotûbêjên derbarê Sûrîyayê

Wezîrê Derve yê Misrî Semîh Şukrî serlêdana Brûsilê kir roja Sêşemê (10ê Tîrmehê) bo beşdarîkirina di "lûtkeyeke berteng de" li dor Sûrîyayê bi welatên Erebî û Rojavayî re, Malpera Ahram a Misrî ragihand.

Di daxuyanîyeke fermî de, peyvdarê wezareta derve Ehmed Ebû Zêd eşkere kir ku dê Şukrî beşdarîyê di civînekê de li dor Sûrîyayê bike, bo cara yekem ligel wezîrên derve yên US, Fransa, UK, Almanya, Erebistana Siûdî û Urdunê dicive.

Civîn gengeşeyên li dor pêşketinên dawî li Sûrîyayê dihundirîne, nemaze gurbûna şer li başûr û bakurê welat, û xebatên şanderê taybet ê NY bo Sûrîyayê Stîfan dî Mistûra, bi hevahngî ligel hevparên herêmî û navdewletî, bo gehiştin bi çareserîyeke siyasî bo alozîyê.

Ebû Zêd got ku ev beşdarî encameke rola aktîv a Misrê ye, bi rêya danûstandinên bi hevparên herêmî û navdewletî re, bo gihiştin bi çareseriyeke siyasî bo alozîya Sûrî.

Wî got ku armanc rawestandina xwînê, parastina yekparçeyîya xaka dewleta Sûrîyayê û parstina gelê Sûrî ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500