Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Îraqî Îranê dikine berpirsa rewşa jîyana xwe ya kambax

Faris Omran

Îraqî derdikevin xwepêşandanan li Meydana Tehrîrê li nîvê Bexdayê di 1ê Cotmehê de, daxwaza debareke baştir û karan dikin. [Wêne ji Navenda Nûçeyên Îraqî hatiye wergirtin]

Îraqî derdikevin xwepêşandanan li Meydana Tehrîrê li nîvê Bexdayê di 1ê Cotmehê de, daxwaza debareke baştir û karan dikin. [Wêne ji Navenda Nûçeyên Îraqî hatiye wergirtin]

Protestoyên vê dawîyê yên li Îraqêacizbûna zêde ji Feyleqê Pasdaran Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û destwerdana wê di kar û barên Îraqî de eşkere dikin, berpirs û welatî dibêjin.

Îraqî milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran bersûc dikin ku ew samanên xwezayî yên Îraqê didizin û wan ji bercewendîyên Îranê re bi kar tînin, bi vî awayî ew dibine sedema hejarî, betalî û xizmetguzarîyên qels li Îraqê.

Mirov dikare vê acizbûnê di sloganên ku protestoyan hildidan de bibîne, mîna "Îran derkeve, Îraq dê azad bimîne".

Îran samanên Îraqê talan dike

"Îran berpirs e derbarê xirabûna debara me û xizmetguzarîyên giştî," niştecîyekî Bexdayê yê ku di protestoyan de beşdar bû û xwest ku navê wî neyê dîyar kirin ji Diyaruna re ragihand. "Milîsên wan welatê me talan dikin û tenê rejîma Îranî ji vê yekê sûdê werdigire, ya ku desthilatdarîya xwe bi pereyên me qayim dike."

Xwenîşandanên Îraqî bi endamên polîs re diaxêvin li Bajarê Sedr li Bexdayê, di 7ê Cotmeha 2019an de. Protesto gazinan ji destwerdana Îranê di kari û barên Îraqî yên xwemalî dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Xwenîşandanên Îraqî bi endamên polîs re diaxêvin li Bajarê Sedr li Bexdayê, di 7ê Cotmeha 2019an de. Protesto gazinan ji destwerdana Îranê di kari û barên Îraqî yên xwemalî dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Wî got ku "Protesto acizbûneke gelêrî ya mezin li dijî desthilatdarîya Îranê û gefa wê ya berdewam li ser aramîya welat û aborîya wî derbirîn kirin".

Wî got "Nameya me ji Îranî û wekîlên wan re dîyar e: destwerdana xwe di kar û barên me de rawestînin û bihêlin em bi aştî bijîn û welatê xwe ava bikin".

Protestoyan li Bexdayê di 1ê Cotmehê de dest pê kirin û hefteyekê dirîj dan, herwiha ber bi parêzgehên başûrî ve jî berfireh bûn.

Dora 157 kesan hatin kuştin û herî kêm 6,000 jî di protestoyan de birîndar bûn, vê yekê krîzeke siyasî çêkir Serok Berhem Salih got ku hewcadarî bi "gotareke niştimanî heye"

Di rûniştineke istisnayî di 8ê Cotmehê de, parleman gurzeke islahatên seretayî erê kirin da ku tirsa protestoyan çareser bike. Biryar heye ku gurzeke islahatan a din were gengeşekirin di rûniştina parleman a werê de.

Hikûmetê ew kesên hatine kuştin bi awayekî fermî weke "şehîd" destnîşan kirin, ew dê hin mifayên taybet bide malbatên wan.

Şermezarkirina destwerdana Îranî

"Di xwepêşandanên vê dawîyê de, protestombi awayekî eşkere destwerdana Îranî di kar û barên wan de di rêya Feyleqê Pasdaran û wekîlên wan re şermezar kir," Hîlal Obêdî, pisporekî Îraqî peywendîyên navdewletî de, got.

"Sloganên şermezarkirinê ên ku protestoyan hildidan enerîya zêde ya Îraqîyan li dijî desthilatdarîya Îranî û bandora ducar ya komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike eşkere dike, komên ku dewlemendîya xelkê didizin, wan hejar dikin û wan bihêlin ku di nav gendelî betalî û xizmetguzarîyên lawaz de noq bikin ji bo bercewendîyên Îranî ," wî ji Diyaruna re ragihand.

Betalîya ciwanan li Îraqê giheye dora 25% li gorî Benka Navdewletî.

"Îraqî baş destwerdana rejîma Îranî dizanin û zanin ku tenê armanca wê ew ku ziyanê bigihîne ewlehî û aramîya welatê wan û serwerîya wî kêm bike," wî got.

Obêdî got ku tirs heye ku kengî be rewş li herêmê biteqe, bi taybet êrîşa Îranî li ser kompanîya neftê ya Siûdî Aramko di dawîya Îlonê de.

Wî got ku tiştê Îran li Îraqê dike mirov dikare li ser herêmê bi giştî bibêje herwekî ku Îran berdewam dike û arîşeyan li Sûrîya, Lubnan û Yemenê çêdike,.

Wî anî ziman ku Îran "hîn hewl dide ku bandorê li ewlehîya cîranên xwe bike di rêya bikaranîna komên tayifî yên alîgirên wê yên ew wan rahênan dike û wan bi jêderên hêzê dabîn dike da ku aramîyê li herêmê xirab bike û zordestîya xwe bisepîne".

Îran hewl dide ku gelê Îraqî parçe bike

Çavdêr dibêjin ku serkirdeyên Îranî hêvî dikin ku girbendekî bixine nav gelê Îraqî û hikûmeta wan de bi rêya ku destên milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran berde ku bi awayekî tund protestoyan biçewisîne.

"Xelk li herêmê qayil bûne û mebesta rejîma Îranî dizanin û xebatên wê bo kêmkirina serwerîya wan û aramîyên li welatên wan," parlementerê Îraqî yê berê Mîsal Alûsî got.

"Vê rejîmê biryar daye ku heta gelê xwe bikişîne şeran û wan sûcdar bike di siyasetên hêrskirinê de li dijî cîranên wan ên ku dê tenê bêtir pirsgirêk û ziyanên aborî encam bide," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Feyleqê Pasdaran çalakîyên wêranker dike yên ku bandorê li ewlehîya herêmî dikin, çalakîyên ku piştgirîya komên çekdar dike da ku aramîya welatan xirab bike û aêrîşî bercewendîyên wan ên siyasî û aborî bike," wî got.

Alûsî got ku protestoyên Îraqî teqez dikin ku Îraqî dixwazin dawîyekê ji desthilatdarîya Îranî re deynin û ku sîstema siyasî ya Îraqî serbixwe be, da ku islahatên rast karibin gendelîyê, betalîya zêde û xizmetguzarîyên giştî yên paşketî çareser bikin.

Wî got ku "enerîya gelê Îraqî li hember destwerdana Îranî zêde dibe û ev yek di sloganan de dîyar e, sloganên dubare vê destwerdanê di her xwepêşandaneke ku Îraqî organîz dikin şermezar dikin ku di wan daxwaza pêşxistina şert û mercên xwe dikin".

Bang bo protestoyên aştiyane

Bang li ser medyaya civakî hene da ku di xwepêşandanên nû de beşdar bibin roja Înê (25ê Cotmehê), salvegera ku Serokwezîr Adil Ebdil Mihdî ew paye wergirtiye, AFP ragihand.

"Mafê te ye ku tu protesto bikî," serkirdeyê Şîe yê Îraqî yê bandorbar Muqteda el-Sedr ji şopînerên xwe re got di belavokeke li ser Facebookê di 19ê Cotmehê de.

Wî li piştgirîya xwe zêde kir û anî ziman, "Ew kesên naxwazin ku di vê şoreşê de beşdar bibin dikarin rêyeke din hilbijêrin di rêya sendoqên hilbijartinê re li jêr serperiştîya navdewletî û bê siyasetmedarên aniha."

Wî bang li alîgirên xwe kir ku bi awayekî aştiyane protesto bikin.

"Ew pêşbîn dike ku hûn dê çekdar bin," wî got. "Lê ez bawer nakim ku hûn dê çekdar bin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

We xizmeteke mezin da Îranê bi rêya kînewerîya li dijî wê. Ew di zanistê de bi pêş dikevin, lê hûn bi tenê di tiştên bêkel û qerwêlkan de pêş dikevin. Gotinek li Îraqê heye ku tam nayê bîra min dibêje, divê tu destê ku tu nikarî derbînî maç bikî. Bela xwe ji Şîeyan vekin. Tiştê qedexe pir şêrîn e. Aqilmend bin;we Îslam wenda kir.

BERSIV BIDE