Nûçeyên Iraqê
Civak

Kiryarên Feyleqê Pasdaran nakokîyan li Îranê gur dikin

Faris Omran

Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî bi serkirde û berpirsên Îranî re dicive di 17ê Nîsanê de. [Wêne bi berfirehî li ser înternetê hatiye belavkirin]

Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî bi serkirde û berpirsên Îranî re dicive di 17ê Nîsanê de. [Wêne bi berfirehî li ser înternetê hatiye belavkirin]

Kiryar û helwestên Feyleqê Pasdaran Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li Îraqê û deverên din li herêmê pêleke gengeşeya ku li Îranê zêde dibe gur dike, şirovekarê siyasî ji Diyaruna re got.

Serkirdeyên tevgera îslahî ya Îranê û yên tund bi heman rêjeyê aciz in ji rêbazê ku serkêşîya Feyleqê Pasdaran bi kar û barên biyanî re dide û distîne, dibêjin ku ev yek dihêle ku welatê wan rastî îzolekirin û krîzên aborî were.

Encumena Ewlehî ya Niştimanî ya herî Bilind ya Îranê vê mehê nikarîbû bihêle ku du rûniştinên istisnaiî li dar bikevin ji ber cudahîyên mezin ên di navbera hikûmeta Serokê Îranî Hesen Rohanî yê tevgera îslahî û Feyleqê Pasdaran a bi pêşengîya tundrewan de.

Li gor hat gotin nûnerên hikûmetê di encumenê de Hêza Qudsê ya Feyleqê Pasdaran bersûc kirin, ya bi pêşengîya lîwa Qasim Silêmanî, ku ew hêrsbûnê li Îraqê li dijî Îranê gur dike ji ber piştgirîya wî ji hin milîsên Îraqî yên destnîşankirî re.

Li gorî raportên medyayê, hin partîyên Îranî gefên vê dawîyê yên ji alîyê balyozê Îranê Îrac Mescidî ve ji Îraqê re rexne dikin.

Di hevpeyvîneke 26ê Îlonê de bi kenala televîzyonê ya Dicleyê ya Îraqê re, Mescidî got ku eger Amerîkayê êrîşî Îranê bike Îran dê hêzên Amerîkî li çi deverê bin bombebaran bike, di nav de Îraq.

Hin Îranîyan ev daxuyanî şiyanse kirin ku ne berpirs in, wan not kir ku ew tenê xizmetê dikin ku hêrsa Îraqî gur bikin derbarê destwerdana Îranî di kar û barên Îraqî de.

Herwiha siyasetmedaraên Îranî gumana xwe derbarê raportên meydanî yên ku Slêmanî dişîne ji berpirsên berz re derbirîn kir, ên ew şiyanse dikin ku "xapînok in" û li ser bingeha "stratejîyeke çewt in".

"Dengên nîvnîv bilindtir dibin"

Nivîskar û lêkolîner Ziyad Sincarî ji Diyarunare got ku "Îran welatekî mezin e ku bê guman serkirdeyên wê hene yên ku gelekî li dijî reftarê êrîşkar ê Feyleqê Pasdaran û Hêza Qudsê li Îraqê û welatên din ên cîran in".

Wî parçebûna di navbera îslahîyên Îranî û yên tund derbarê siyaseta derveyî şiyanse kir ya ku Feyleqê Pasdaran hewl dide ku bike û rola wê di gurkirina tevlihevîya herêmî û kêmkirina serwerîya welat û hikûmetên din.

"Cudahî nema li pişt derîyên girtî veşartî ne, lê aniha eşkere ne û zêde dibin her çi qas alozî li herêmê zêde dibe ji berêrîşên vê dawîyê," Sincarî got.

Çavdêr, di nav wan de Sincarî, bi nerîna ku dengên Îranîyên nîvnîv bilindtir dibin, bang dikin ku sînorekî ji siyaseta ku ew dibêjin "Îran ber bi paş ve dibe û tenê êrîşeke bêtir encam dide".

Ew acizbûna gel li herêmê li dijî çalakîyên Feyleqê Pasdaran destnîşan dikin.

Wî got ku Feyleqê Pasdaran milîsên girêdayî xwe bi çek û pereyan dabîn dike, bi armanca qayimkirina desthilatdarîya xwe û lawazkirina welatên li herêmê, desthilatdarîya wan kêm dike û tevlihevî û gendelîyê belav dike.

Wî anî ziman ku serkirdeyê Feyleqê Pasdaran bi ewlehî û samanên welatan dilîze li şûn ku giranîyê bide şer û mercên aborî yên trajîk ên gelê Îranî,"

Kiryarên Feyleqê Pasdaran jîyanê zehmettir dikin

Şirovekarê serbazî û yê stratejî Rebîi Cewarî ji Diyaruna re got "hilweşîna rejîma Îranî nêzîk e".

"Alîne siyasî û beşine mezin ji niştecîyan li Îranê yên ku li dijî reftarên Feyleqê Pasdaran in û wê reçav dikin ku ew berpirs e derbarê sistbazara aborî ye," wî got.

Wî anî ziman ku ji bo gelê Îranî, kiryarên Feyleqê Pasdaran "hejarîyeke bêtir, betalî û kêmbûna nirxê pereyên wan" encam da.

"Herwiha gelê Îranî enirîye ji ber bandora Feyleqê Pasdaran li ser welatê wan û revandina proseya çêkirina biryarê û kontrolkirina wê ji desthilatdarîyê re," Cewarî got.

Ev yek "li gel girtina sûdê ji samanên neteweyî yên Îranîyan da ku çalakîyên xwe yên dijber xurt bike û wekîlên xwe yên biyanî temwîl bike", wî anî ziman.

Li gorî Cewarî, gelek Îranî dixwazin ku dûrî hînkirina Wîlayet el- Feqîh bikevin, ya bang dike ku dilsoz bin ji Serkirdeyê Îranê yê Herî Bilind Elî Xameneî re.

Berdewamkirina xwepêşandanan li Îranê çend mehekê, tevî tepeserkirina ji alîyê Feyleqê Pasdaran ve, delîleke li ser vê daxwazê, ji ber "Îranî dizanin ku hewcedarîya wan bi guhertineke bingehîn heye li seranserî welatê wan".

Wî got ku hikûmeta Îranî piştgirîyeke piçûk ji hunir û dervey Îranê werdigire.

Wî not kir ku welatên li herêmê û gelên wan rejîma Îranî weke çavkanîyeke sereke bêaramî û belayê re ye û hêzeke dijber e li dijî xwe bi xwe ye û tenê xizmeta bercewendîyên komeke piçûk ya hukmê Îranê dike dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Eger Îran bi rastî dixwaze ku rewşa aborî ya miletê xwe baş bike, divê ew bandora Pasdaran kêm bike, eger na dê gelê Îranê bibe bombeyeke amade bo teqînê û ew dê bibe sedema rûxana rejîmê.

BERSIV BIDE