Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Enalîstan: Îran hewl dide ku Îraqê têk bide

Faris Omran

Endamên Îraqî yên Liwayê Seyid Şuheda yê ku Îran piştgirîya wî dike li vir tên dîtin di 8ê Tebaxa sala 2017an de, wêneya ku ji alîyê milîsan ve li ser Înternetê hatiye weşandin.

Endamên Îraqî yên Liwayê Seyid Şuheda yê ku Îran piştgirîya wî dike li vir tên dîtin di 8ê Tebaxa sala 2017an de, wêneya ku ji alîyê milîsan ve li ser Înternetê hatiye weşandin.

Pispor dibînin ku bi rêya guhastina piştivanîyê ji milîs û partîyên siyasî yên Îraqî re, rejîma Îranî destê wê di xebatên êrîşkar de heye ku herifandina serwerîya Îraqîda ku karibe ajandeyên xwe bê berxwedan qayim bike.

Wan daxuyand ku bi rêya van kiryaran, rejîma Îranî hewl dide ku Îraqê bike dewleteke bê vîn.

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) demeke dirêj weke "alaveke bandordar" xizmeta rejîma Îranî kir, enalîstê siyasî Adil Eşrem Ibin Emar, serokê Sendîka Rewşenbîrên Êlî ya Şemer, wiha şirove kir.

Pasdaran "di hundir [Îranê] de weke hêzeke çewsandinê çalak e", wî ji Diyaruna re got.

Ji destpêka damezrandina wê ve, Pasdaran soz daye ku mezhebê Wîlayet el-Feqîh bibejirîne, yê bang dike bo dilsozîya bi Walîyê Feqîh re -- Rêberê Mezin ê Îranê, Elî Xamenî.

Bi rêya handana vî mezhebî li derveyî Îranê, Pasdaran hewl dide ku serdestîya Îranî ferz bike û hewlesteke êrîşkar li dijî welatên din bike, di nav de Îraq, li gorî çavdêrên Îraqî.

Hêrs li Îraqê zêde dibe

"Rejîma Îranî destûrê dide Feyleqa Pasdaran ku çalakîyên wêranker li derveyî welat bike bi armanca ku cîranan di warê aborî û siyasî de lawaz bike, di nav wan de Îraq, û serwerîya wan kêm bike," Ibin Emar got.

Bi rêya destwerdanên mîna vê, rejîma Îranî hewl dide ku desthilatdarîyên cîran bike "dewletine şikestî û parçebûyî ku tayên wan bi awayekî hêsan bi çi alî ve were kişandin ji alîyê serkirdeyê wê rêjîmê ve", wî anî ziman.

"Hêrsa cemawerî li Îraqê li hember rejîma Îranî zêde dibe û herwiha li hember komên wê yên çekdar li Îraqê, yên ku gendelîyê belav dikin û kiryarên tund, çewsandin û wêrankirinê bi awayekî sîstematîk ji keresteyên welat re dikin."

Herwiha nîşanên nû hene ku dîyar dikin "hêrsa fermî" li Îraqê heyepaş du kutleyên parlemanî yên alîgirê Îranêreşnivîseke qanûnan amade kirin ku banga derketina hêzên biyanî ji Îraqê de, û heryek demplanekê ji vekişînê re dideyne.

Wî got ku ev hêrs bi awayekî xurt di îlanên hikûmetê yên dawî yên dîyar dikin ku Îraq naxwaze bikeve tu lîstikeke kişandina werîs a herêmî de xuya ye û ku "ew pabend e ku têkilîyên hevseng bi hemû welatan re saz bike".

Pasdaran ''hêzên ne fermî saz dike''

Di heman demê de, Hêza Qudis a Feyleqê Pasdaran bi fermandarîya lîwa Qasim Sulêmanî, milîsên ku Îran piştgirîya wan dike li Îraq û welatine din li herêmê nêzî xwe dike bo xizmeta berjewendîyên stratîjî yên Îranê bikin.

Fermandarê Mihemed Elî Caferî angaşt kir ku 200,000 çekdar di milîsên Îraqî û Sûrî de, yên li jêr fermandarîya wî, hene, li gorî Sair Beyatî, sekreterê giştî yê Encumena Êlên Ereb ên Selahedînê.

"Ev delîlekî fermî ye ku destê Tehranê di sazkirina hêzên nefermî de li derveyî sînorê wê heye, hêzên ku fermanan ji Pasdaran werdigirin," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev hêz ajandeya Îranê qayim dikin, ya armanc dike ku "gefê li aramîya herêmî bixwe, piştgirîya terorîzmê, şerê mezhebî û aştîya civakî bike". Herwiha ew armanc dikin ku dest deynin ser samanên welatên li herêmê.

"Pasdaran saman û karînên ku ew ji xelkên xwe û welatên din didize bi kar tîne bo xwedîkirina çalakîyên xwe yên tawankarî bi rêya alîkarên xwe li Îraqê," Beyatî got.

Milîsên ku Îran piştgirîya wan dike "hewl didin ku çarenûsa welatê xwe bi ya rejîma Îranî ve girêdin û wî bixine jêr desthilatdarîya Îranê de", wî anî ziman.

"Ev milîs hêza xwe ji rejîma Îranî dibin û bandora wan neyînî ye li ser serwerî û aramîyê [li Îraqê]," wî got. "Ew tawana dikin, keresteyên niştimanî didizin û li dijî qanûna erdê berhengarîyê dikin."

Pasdaran "jêdera sereke ya hemû arîşeyên li Îraq û herêmê ye", pisporê stratîjî Rebîe Cewerî ji Diyaruna re got.

"Ev milîsên terorîst berpirs in ji gurkirina tevlihevîyê bo kontrolkirina welatên din, ya ku armancek ji armancên rejîma Îranî ye," wî got.

Desthilatdarîya mezin di hundirê Îranê de

Pasdaran hêzeke hêzdar e li hundirê Îranê û desthilatdarîyeke berfireh li ser ajans û sazîyên fermî yên welat dike, enalîstê Îraqî not kir.

Wan dîyar kir ku Pasdaran xwedî kompanî û karên bazirganî û darayî ye ku desthilata wê xurt dike û alîkarîya wê di çewisandina çi heşdeke gelêrî ku gefan li rejîmê bixwe dike.

Hêza Basîj ya ne fermî, yek ji pêkhateyên Pasdaran e, hat bikaranîn daku çi çalakîya ku rejîm weke çalakîyên neyar reçav dike, di nav de protestoyên gelêrî yên bang bo mafên mirov û pêşxistina mercên jîyanê dikin.

"Pasdaran ji dezgeh û kompanîyên di komek sektorên cihêreng de xwe fînans dike," Ibin Emar got. "Piranîya qezencan û budceya dewletê ji fînanskirina van milîsan û çalakîyên wan yên dijminatîyê re diçin."

"Gelê Îranî tenê digihêje ser bermahîyên van qezencan," wî got. "Ew gazinan ji rewşên zehemt dikin û li jêr zexteke aborî ya dijwar dijîn, ji ber gendelîya rejîmê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500