Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraq pakêteke çaksazîyê erê dike bo bidawîkirina protestoyan

Xalid Taî

Endamekî hêzên ewlekarîya Îraqî xaleke pêşkinînê bi rê ve dibe li bajarê Sedir li Bexdaya baytext , di 8ê Cotmehê de. Parlemanê Îraqî di civîna xwe ya yekem de îro piştî heftîyekê ji protestoyên ku bi dehan xelk di wan de mirin û kirîzeke siyasî çêkir, ku serokê welat got ku êdî hewcedarî bi "danûstandineke niştimanî" heye. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Endamekî hêzên ewlekarîya Îraqî xaleke pêşkinînê bi rê ve dibe li bajarê Sedir li Bexdaya baytext , di 8ê Cotmehê de. Parlemanê Îraqî di civîna xwe ya yekem de îro piştî heftîyekê ji protestoyên ku bi dehan xelk di wan de mirin û kirîzeke siyasî çêkir, ku serokê welat got ku êdî hewcedarî bi "danûstandineke niştimanî" heye. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Parlemana Îraqî civîna xwe ya yekem Sêşemê (8ê Cotmehê) li dar xist piştî heftîyekê ji protestoyên li dijî hikûmetê ku bi dehan xelk di wan de mirin û kirîzeke siyasî desrxistin holê, ya ku serokê welat got ku hewcedarî bi "danûstandineke niştimanî" heye.

Bêhtir ji 200 parlementeran gihane civîneke awarte ku serokê parleman Muhemed Helbûsî bang bo wê kiribû, li hember texmînên ku digotin ku hejmar dê negihe nîsabê qanûnî, AFP ragihand.

Parlementeran mêvandarîya gelek wezîran kir da ku xwepêşandanan giftûgo bikin, xwepêşandanên ku berî heftîyekê li Bexdayê dest pê kirin, berîya ku li başûrê welat jî berbelav bibe.

Ji bo bersiva protostoyan bikin, parleman pakêteke çaksazîyan erê kir, di nav wan de serbestberdana yekser a hemû kesên derketibûn protestoyan, ên ku samanên giştî têk nedane, û şûndanê bidine malbatên wan kesên ku di protestoyan de hatin kuştin, di nav wan de takekesên hêzên ewlekarîyê.

Parleman herwiha avakirina sendoqeke betalîyê û sendoqeke pêşxistinê erê kirin, bo alîkarîkirinê bi kesên ciwan û derçûyîyan û yên betal re bikin ku karan ji wan re bibînin, sendoqên dê bi rêya daşikandina muçeyên berpirsên hikûmî yên payebilind werim temwîlkirin.

Herwiha malbatên bê mûçeyeke sabit dê mûçeyeke mehane ji wan re were dabînkirin.

Herwiha parleman biryar da ku ku hemû karmendên hikûmetê û yên ajansên ewlehîyê yên ku peymanên wan ên kar hatine bidawîkirin dê careke din werin damezrandin.

Dabînkirina derfetên kar

Pakêta çaksazîyê, ya ku ji 20 biryaran pêk tê, giranîyê dide peydakirina çareserîyê bo kêşeya bêkarîyê -- ku yek ji daxwazên girîng ên xwenîşanderan bû, parlemantarê Îraqî Falih Îsawî, serokê komîteya berevanî û ewlehîyê ya parleman, got.

"Divê em karên ku jîyaneke bi rûmet misoger bike ji van ciwanan re dabîn bikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku pakêta çaksazîyê "daxwazên çaksazîkirina xizmetguzarîyan, şerê li dijî gendelîyê û baştirkirina rewşa welatîyan bi awayekî erênî pêk tîne", û giranîyê dide hejaran û kesên ku ji ber bêwarîyê û wêranbûna deverên wan li ser destê terorîstan dinalin.

Îsawî teqez kir ku parleman giranî da pêşkêşkirina budceya pêwîst bo vegerandina seqamgîrîyê li deverên hatine rizgarkirin û herwiha dayîna pereyan bo bêwaran û malbatên ku zarokên wan hatine kuştin yan hatine nebedîkirin di dema kontrola terorîstan de.

Wî eşkere kir ku dê projeyeke avakirina xanîyên bi pereyên kêm bo kesên hewcedar were destpêkirin.

Wî daxuyand ku kêşeyên bi salên dûvûdirêj komî ser hev bûne "yekser nayên çareserkirin û dem pêwîst e bo vê yekê û standina biryarên îdarî bo çareserkirina wan".

"Lê, em li parleman û hikûmetê dê berdewam bin di bersivkirina hemû daxwazên xwenîşanderan de," Îsawî got.

"Em hewl didin ku zehmetîyên mezin çareser bikin û divê hemû rêkar û tedbîr bên kirin bo pêkanîna daxwazên rewa û destûrî û bo dilniyakirina welatîyan ku dengê wan hat bihîstin," wî got.

Wî got ku pakêta pêşîn a çaksazîyan hatiye pesendkirin, û da zanîn ku dê pakêta duyem di rûniştina parleman a werê de bê pesendkirin.

''Xesareke trajîdî ya canan''

Îsawî got ku hevdem, parleman bi awayekî tam piştgirîya mafê xwenîşanderan ê derbirînkirina daxwazên xwe bi awayekî aştîyane kir, û balkişand ser haletên mirinê û karên têkder ên ku di xwenîşandanan de qewimîn û got "ew bi hemû awayî qedexe ne".

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo tundîya dijwar di dema xwenîşandanan de li Îraqê şermezar kir û bang li hikûmeta wî welatî kir ku "pir hêmin be", AFP ragihand.

Di pêwendîyeke telîfonê de bi Serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî re, Pompeo "tundîya vê dawîyê li Îraqê şermezar kir û got ku divê ew kesên ku binpêkirinên mafên mirov encam dane werin dadgehkirin", Wezareta Derve di daxuyanîyekê de Sêşemê ragihand.

"Wezîr mixabinîya xwe derbarê xesara trajîdî ya canan di heftîya borî de anî ziman û bang li hikûmeta Îraqî kir ku heta bilindtirîn ast bi sebir be," daxuyanîyê got.

"Pompeo teqez kir ku xwenîşandanên aştîyan elementeke bingehîn in di hemû demokrasîyan de, û got ku tundî di xwenîşandanan de nayê qebûlkirin, ji hêla hêzên ewlekarîyê û çi ji hêla xwenîşanderan ve."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500