Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Bêzarîya Îraqî li hember milîsên ser bi Îranê ve bilind dibe

Faris Omran

Ev endamên milîsa Asaib Ehil el-Heq in, dîroka vê wêneyê ne dîyar e, ew li ser internetê hatiye belavkirin.

Ev endamên milîsa Asaib Ehil el-Heq in, dîroka vê wêneyê ne dîyar e, ew li ser internetê hatiye belavkirin.

Şirovekarên siyasî dibêjin ku gelek Îraqî êdî hest dikin ku milîsên Îran piştevanîya wan dike sûd ji cihgirtina xwe di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de girtin bo rewakirina hebûna xwe û pêkanîna ajandeya Îranê.

"Milîs berjewendîya Îranê li ser her tiştî digirin û ew rêbaza ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dişopînin bêyî ku pê biramin," rojnameger û şirovekarê siyasî Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

"Ew nizanin ku ew bi tenê kartek in ku Îranî yarîyê bi wan dike û pêkan e ew dê bişewitin," wî got.

Wî got ku milîsên Îran piştevanîya wan dike -- mîna Rêxistina Bedir, Asaib Ehil el-Heq û Ketaib Hizbulah -- berjewendîyê rejîmekê didin pêş ku "gelê Îranî jî jê nefret dibe, û bi gendelîyê û nebûna berjewendîyê di çareserkirina qeyranên aborî de yên ku Îranî ji ber dinalin tê gunehbarkirin".

Çekdarên Hereket Nuceba ya Îran piştevanîya wê dike cih di meşeke serbazî de digrin di dîroka 31ê Gulanê de, wêne di malpera milîsê de hatiye belavkirin.

Çekdarên Hereket Nuceba ya Îran piştevanîya wê dike cih di meşeke serbazî de digrin di dîroka 31ê Gulanê de, wêne di malpera milîsê de hatiye belavkirin.

"Êdî Îraqî rasîtya DAIŞê nas dikin," wî got. "Lê belê ew herwiha rastîya milîsên Îran piştevanîya wan dike nas dikin, yên ku wan ji terorîzmê naparêzin weke ku ew angaşt dikin, lê di cihê wê de ew samanên wan didizin û ajandeya Îranî bi cih tînin."

Wî got ku ev yek "binpêkirineke xeternak e" ji ewlehî û serwerîya Îraqê re, û da zanîn ku van milîs"hemû rastgoyî û bawerîya gelê Îraqî ji dest daye".

Tengejî di navbera Îraq û Îranê de

Armanca Pasdaran ew e ku "ewlehî, aramî û pêşeroja gelê Îraqî bi alîkarîya peyayên xwe têk bide, peyayên ku wê xwîna wan bi pereyan kiriye", parlemantarê berê yê Îraqî Mîsal Alûsî ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku ev çekdar mîna "alavekê ne ku Pasdaran bi kar tîne bo armancên xwe pêk bîne".

Fermandarê berê yê Pasdaran Muhemed Caferî di çend boneya de gotiye ku Pasdaran 100,000 Îraqî tecnîd kirine, Alûsî got.

Wî teqez kir ku ev tecnîdkarî bi rêya "xapandin û sloganên derwîn tên pêkanîn bo bejwendîya projeya Îranî tên bikaranîn".

"Îran tu nirxekî nade van milîsan,"xebîrê siyasî Enmar Durûbî got. "Di cihê wê de, Îran wan bo meremên xwe yên belavkirina parçebûyînê û kaosê li Îraqê û welatên derdorê bi kar tîne û ew dê di dawî de dest ji wan ber bide."

Wî ji Diyaruna re got ku rejîma Îranî hewl dide ku hegemonîya xwe li ser Îraqê ferz bike, û niştîmanîya Îraqî dide alîyekî weke beşekî ji vê armancê.

Wî daxuyand ku rast e ev xebat li pişt perda tayifgerî veşartî ye, lê armanca rastî siyasî ye.

"Divê endamên milîsan bizanin ku ew ji vê rejîmê re ne tiştek in, rejîma ku dê pişta xwe bide gelê xwe jî, û ne xema wê ye ku ew bi agirê qeyrana aborî bişewitin," Durûbî got.

Wî da zanîn ku ji dema peydabûyîna wê, Pasdaran "baldarîyeke bêhampa daye tiştê ew nav lê dike 'misyonên derveyî', lewra ew fermanan dide milîsên xwe ku bidin şopa Hêza Qudis bo gurkirina tengejîya û serêşîyan".

Wî got ku Hêza Qudis xwedan dîrokeke dirêj e di warê bikaranîna van milîsan de bo meremên û pişt re dest ji wan ber dide.

Wî got ku aniha li Îraqê, bêzarîyeke "mezin a raya giştî ji ber elaqedarîya wan bi Îranê re heye, û herwiha ji ber karkirina wan bi hev re bo veguhertina Îraqê bo rêyekê û komgehekê bo çekan".

Bêzarî ji milîsên Îran piştevanîya wan dike

"Êdî milîsan dilsozîya şênîyan ji dest daye," lêkolînerê warê karûbarên siyasî Ebdul Qadir Nayil ji Diyaruna re ragihand.

"Ev milîsên ser bi Îranê ve hêvîyên me şikandin," şênîyê Bexdayê ê bi navê Ebû Alîya, yê ku daxwaz kir ku navê wî yê siyanî di vê raportê de neye bikaranîn wiha got.

"Di destpêkê de, me texmîn dikir ku niştîmanperwerî wan dixe tevgerê de dema wan yekem car serî hilda û di şerê li ser DAIŞê de cih girtin," wî ji Diyaruna re got. "Lê belê, aniha rûyê wan ê rast eşkere bû."

"Xelk baş dizane ku ew alavek in di destê Pasdaran de, û ew bo wan dixebitin bêhtir ku bo berjewendîyên gelê Îraqê," wî got.

Şênîyekî din ê Bexdayê ku daxwaz kir ku bi navê "Ebdulah" bê nasandin, got ku çekdarên milîsan "ne xema wan e jîyana me û siberoja zarokên me".

"Ew êdî bûne leystok di destê Îranê de," wî ji Diyaruna re ragihand.

Depoyên çekan gefek in bo sivîlên Îraqî

"Pasdaran, bi alîkarîya milîsên xwe yên Îraqî, di mehên dawî de qasên mezin ji mûşek û narincokan şandine Îraqê," Nayil got.

Wî got ku çek di barhilgiran de hatibûn veşartin û ew di 12 dergehên sînorî yên nefermî de li parêzgehên Diyala, Wasit, Meysan û Besrayê hatin anîn, û ji wan deveran ew bo kampên milîsan li gelek bajaran hatine veguhestin.

Ev çekên Îranî yên nerêdayî tên şandinû embarkirin "bêyî guhdan li standerên ewlehî û selametîyêû bêyî berçavgirtina jîyana şênîyên ku li nêzî van kampan dijîn", wî got.

Divî milîs ji ber embarkirina çekan li deverên niştecihbûnê bên cezakirin, şênîyekî Medain, ku bajarokekî li başûrê rojhilatê Bexdayê ye, ji Diyaruna re got.

"Ew karekî bê exlaqî ye," wî got, û da zanîn ku divê ev milîs bizanin ku "deverên me ne embar in ji çek û mûşekên Îranî re".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500