Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên bijarde şaneke teror li Bexda û Enbarê ji hev dixe

Xalid Taî

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî komeke endamên DAIŞê yên bersûc bi êrîşên teror li Bexdayê girtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî komeke endamên DAIŞê yên bersûc bi êrîşên teror li Bexdayê girtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Bijardeya Îraqî ya Ajansa Dijî Terorîzmê 10 endamên "Dewlta Îslamî" (DAIŞ) li devra bakur û başûrê Bexdayê û l9 rojavayê parêzgeha Enbarê girtin, CTS di daxuyanîyeke Sêşemê (20ê Tebaxê) ragihand.

Girtîyan "şaneke teror çêkiribûn, şana ku weke yakineyeke DAIŞê ya guhêzbar kar kir û gelek erk ji rêxistinê re bi cih anîn", şirovekerê ewlekarî Ebû Rexîf rpja Çarşemê ji Diyaruna re eşkere kir.

Di nav wan erkan de çandina teqemenîyên bidest çêkirî (IEDs) û amadekirina malên vehesînê ji xwekujên bombekirî re li parêzgeha Enbarê û deverên nêzî paytextê, wî got.

Girtî hatin girtin di "encama mikurhatina sedkirdeyê DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê yê ku ji alîyê hêzên hewalgirîya Îraqî ve berî mehekê hat girtin", wî got.

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê di 23yê Hezîranê de erkekî dikin da ku bermayîyên DAIŞê ji bakurê Îraqê der bikin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê di 23yê Hezîranê de erkekî dikin da ku bermayîyên DAIŞê ji bakurê Îraqê der bikin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Serkirdeyê DAIŞê plan dikir ku êrîşeke berfireh bigire ser zindana Hîtê li bajarê Nasirîyayê yê parêzgeha Zî Qarê "da ku girtîyên xeternak azda bike, girtîyên ku li wir ji ber gunehên teror hatine girtin", wî got.

"Mikurhatinê wî encam dan ku hêzên CTS zincîreke operesyonan bi cih bînin da ku bidin dûv her deh endamên şanê li devrên cuda li Bexad û Enbarê, vê yekê girtina wan encam da," Ebû Rexîf got.

Tedbîrê tund bo girtina kesayetên nêzî Bexdadî

Operesyon hat piştî rojekê ku Wezareta Berevanîyê ya Îraqî girtina kesên nêzî Bexdadî îlan kir ê ku "serkirdeyê serbazî" yê DAIŞê bû li sektorê Hîtê li rojavayê Enbarê.

Şaeban Nrsar Erzîk Hemadî "bi tundîya xwe ya zêde û bawerîya xwe ya mutleq bi îdîolojîya terorîst a [DAIŞê] tê naskirin", Ebû Rexîf got.

"Ew serkirdeyekî berz bû di Dîwan el-Cund de û di gelek şerên rêxistinê yên li dijî hêzên Îraqî û êrîşên wê de beşdar bû, êrîşên ku bûn sedema mirin û bêwarîya gelek niştecîyên Enabrê, herwiha desteserkirina mal û samanê wan," wî got.

Girtina vî serkirdeyî "li serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekr Bexdadî teng kir û operesyonên mîna vê kuştin û girtina gelek kesayetên navdar ên nêzî wî encam da", wî anî ziman

DAIŞ çalakîyên xwe bi awayekî lamerkezî pêk tîne "weke beşekî ji rêbazeke nû ku desthilatdarî û zadaîya zêde dide serkirdeyên meydanî da ku yekîneyên xwe îdare bikin û biryarê bidin bê kengê dest bi êrîşên xwe bikin", Ebû Rexîf not kir.

"Lê hêzên me yên ewlekarîyê û ajansên hewalgirîyê ti derfetê nadin terorîstan ku bi ser bikevin," wî .anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

7 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ezam Sebhan Muwefeq, zindanîyekî ji ber sûcên têkildarî terorê li Tacîyê. Ew sala1997an ji dayîk bûye.

BERSIV BIDE

Bereketa Xwedê li te be!

BERSIV BIDE

Bereketa Xwedê li xebatên we be, ey qehremanino!

BERSIV BIDE

Dê Xwedê serkeftinê bike para we! Tu derfetê nedin wan. Li her erdê şerê wan bikin ji ber ku wan Îraq û gelê wêran kirin.

BERSIV BIDE

Breketa Xwedê li we be!

BERSIV BIDE

Ez leşkerekî Lîwayê 44ê yê Firqeya 11ê, Focê 3yê. Ez di Hewalgirîyê de dixebitim. Ez dixwazim di operasyonên bên de ligel we bim. Ez hêvî dikim hûn serkeftî bin, bi hêvîya Xwedê.

BERSIV BIDE

Bereketa Xwedê li we be! Hêvî dikim Xwedê we biparêze û hûn bi ser bikevin!

BERSIV BIDE