Nûçeyên Iraqê

Alîkarekî Bexdadî li Enbarê tên girtin

Alîkarekî nêzî rêberê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî li parêzgeha Enbarê hat girtin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Duşemê (19ê Tebaxê) ragihand.

"Ajansa Hewalgirîya Serbazî emîrekî DAIŞê ku alîkarekî nêzîk yê tawankar Ebû Bekir Bexdadî bû li Hîtê, li parêzgeha Enbarê, girt," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku di operasyoneke baş plankirî de, hêzên artêşa Îraqî "yek ji terorîstên payebilind yê ku weke emîrê serbazî yê Hîtê berî rizgarkirinê [ji DAIŞê] rol gerand girt".

Daxuyanîyê got ku "ew bavê hejmarek ji terorîstan e, hinek ji wan li ser destê hêzên ewlekarîyê hatine kuştin û kurekî wî yê din xwe di êrîşeke xwekujî de teqand, û yekî din ji welat revîya piştî ew bi giranî di şerekî rizgarkirinê birîndar bû".

Daxuyanîyê got ku kesê girtî "hejmarek ji malbatan bêwar kir û xebatkarên ewlehîyê li Hîtê neçar kirin ku tobê bikin û çekên xwe radest bikin".

"Wî herwiha bi darê zorê ciwan tevlî DAIŞê dikirin," li gorî daxuyanîyê, û ew yek ji endamên payebilind ên herî tên xwestin bû li gorî madeya 4ê ya yasaya dijî terorê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500