Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hewalgirîya Îraqî bi dehan şanên DAIŞê ji hev dixe

Xalid Taî

Endamên şanên DAIŞê yên nepenî yên li Bexda û Enbarê hatin girtin di vê wêneyê de tên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên şanên DAIŞê yên nepenî yên li Bexda û Enbarê hatin girtin di vê wêneyê de tên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hewalgirîya Îraqî roja Duşemê (11ê Sibatê) serkeftina kampayayeke malaştinê îlan kir da ku bidin dûv bi dehan şanên nepenî yên "Dewleta Îslamî" li Bexda û Enbarê û wan bigire.

Di nav her 186 kesên girtî de bi dehan endamên bersûc in bi cîbicîkirina tawanên tirsyar, Fadil Ebû Rexîf, pisporekî ewlehî pispor e derbarê komên terorîst, got

Birêveberîya Dijberîya Terorîzmê û Hwalgirîyê li Enbarê û Şana Hewalgirîyê ya Bazan bi awayekî hevbeş girtin îlan kir, Ebû Rexîf got.

"Cihên şanan hatin destnîşankirin û di zincîreke êrîşan de hatin wêrankirin û girtin li gelek beşên Bexda û Enbarê hatin kirin di dema van her 15 mehan de, li gorî fermanên girtinê ên ku ji alîyê dadgehan ve hatin weşandin," wî got.

Berpirsên Îraqî ji endamekî DAIŞê yê girtî dipirsin di vê wêneya ku di 11ê Sibatê li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Saed Maen peyvdarê Wezareta Karê Hundir ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî ji endamekî DAIŞê yê girtî dipirsin di vê wêneya ku di 11ê Sibatê li ser Înternetê hatiye weşandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Saed Maen peyvdarê Wezareta Karê Hundir ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Şanên ku yek pişt yekê weke domîno ketin, ji 186 endaman pêk dihatin, piranîya wan serkirdeyên DAIŞê bûn yên weke endamên rêxistina terorîst yên her xeternak tên raçavkirin," wî got.

"Destên girtîyan di gelek tawanên tirsyar de hen, hin ji wan vedigerin dema ku rêxistinê kontrola parêzgehên Îraqî dikir," Ebû Rexîf got.

"Destê yekê ji wan şanên terorîst di kuştinên komî ji bi sedan endamên êla Elbû Nimir li deverinan li Hîtê di salaên 2014 û 2015an de hebû," wî got.

Di navbera salên 2014 û 2015an de, DAIŞê îdamkirinên komî bi 700 endamên êla Sinî cîbicî kirin ji ber ew li dijî îdyolojîya wê bûn, bêtir ev yek li bajarê Hîtê li Rojavayê Enbarê çêbû.

Tawanbar rastî dadmendîyê tên

"Di nav wan kesên girtî de kujerê leşkerê Îraqî Mustefa el-Esarî hebû, li gel heft alîkaran ên ku beşdar bûn di daleqandina leşker de li ser ," Ebû Rexîf got.

"Komin din hebûn ku destên wan di guhastina siwareyên bombekirî de hebû û awn di bazar û komên sivlan de li Bexda û Felûcayê biteqînin , û bibin sedema kuştin û birîdarbûna bi desên qurbanîyan," wî got.

"Terorîstin din teqemenîyên bi dest çêkirî (IEDs) û mayîn li ser rêyên axî li biyabana Enbarê û gelek deverên din çandin da ku endamên hêzên ewlekarîyê û welatîyan armanc bikin," wî anî ziman.

Wî got ku girtina hejmareke wiha mezin ji endamên şanan "derbeke êşdar e" ji DAIŞê re, ya ku xwe dispêre şanên xwe din ên razayî yên mayî da ku çalakîya xwe vegerîne û gefê li ewlehîya welat bixwin.

Rêyeke tenê li pêşîya DAIŞê maye "yan ew dê bên kuştin an cizayekî dadmen wergirin ji ber tawan ku wan kirine li dijî xelkên bêguneh", Ebû Rexîf got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedayê min, hemû yekîneyên hêzên me yên ewlekarîyê biparêze!

BERSIV BIDE

Xwedê we biparêze!

BERSIV BIDE