Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî stokên kîmawî yên DAIŞê li Kerkûk û Enbarê wêran dikin

Xalid Taî

Hêzên hewalgirîya Îraqî mêjereke mezin a teqemenîyên C4 yên zêde teqîner in di veşartgeheke binerd a DAIŞ li Hîtê, li rojavayê Enbarê di 28ê Îlonê de dîtin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên hewalgirîya Îraqî mêjereke mezin a teqemenîyên C4 yên zêde teqîner in di veşartgeheke binerd a DAIŞ li Hîtê, li rojavayê Enbarê di 28ê Îlonê de dîtin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên hewalgirîya Îraqî vê dawîyê gelek veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgehên Enbar û Kerkûkê wêran kirin, veşartgehên ku materyalên kîmawî yên ku di sazkirina teqemenîyan dihatin bikaranîn dihundirandin, pisporekî Îraqî ji Diyaruna re ragihand.

Hêzan Duşemê (30 Îlonê) dest danî ser 100 kîlogram nitratên Emonyomê, materyaleke kîmawî ye ku di sazkirina teqemenîyan de tê bikaranîn, li devera Serkalanên li Kerkûkê, şirovekarê warê ewlehî Fadil Ebû Rexîf got.

Herwiha wan dest danî ser çekan, cebilxaneyên sivik û teqemenîyên bidestçêkirî yên ku wan di veşartgehê de dîtîn, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Şemîyê, hêzên hewalgirîya serbazî girtin ser veşargeheke DAIŞê ya din li devera kampa kevin li Hîtê li rojavayê Enbarê, veşartgeha ku dora çar ton teqemenî dihundirandin.

Hêzên Îraqî, ligel alîkarîya ji alîyê niştecîyên xwecihî ve, veşartgeheke DAIŞê ku çek û teqemenî dihundirandin, li Mensûrîyayê li parêzgeha Diyalayê di 21ê Îlonê de dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî, ligel alîkarîya ji alîyê niştecîyên xwecihî ve, veşartgeheke DAIŞê ku çek û teqemenî dihundirandin, li Mensûrîyayê li parêzgeha Diyalayê di 21ê Îlonê de dîtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ebû Rexîf got ku ew stoka DAIŞê ya herî mezin e ji van cureyên teqemenîyan ên zêde bandorbar.

Li gorî Ebû Rexîf, di 26ê Îlonê de, Şana Hewalgirîyê ya Bazan, ligel focê taktîkî yê polîsê Enbarê, "girte ser cihên nepenî li biyabana Wadî Qedfê, yên ku materyalên kîmawî dihundirandin".

Wî got ku di operasyonê de 360 teqemenîyên bidestçêkirî û 200 narincokên RPG-7 hatin desteserkirin.

Wî anî ziman ku materyalên kîmawî, teqemenî û çekên ku di wan cihan de hatin dîtin hatin wêrankirin û rê li ber bermahîyên dijmin ên arezû dikin ku wan bi kar bînin da ku êrîşên terorî pêk bînin girt.

Serkeftinên ewlehî

Ebû Rexîf got ku kifşkirin û wêrankirina van materyalên kujêner "pêkanîyeke mezin e li zincîreke serkeftinên kwalîte baş ên hêzên hewalgirîyê hatin zêdekirin di van çend hefteyên borî de, ligel alîkarîyê ji alîyê niştecîyên xwecihî ve".

Wî eşkere kir ku ev serkeftin kuştina 10 serkirdeyên DAIŞê yên payebilind di êrîşên asmanî yên hevpeymanîya navdewletî de dihundirînin, êrîşên ku li ser bingeha raportên ji alîyê Şana Hewalgirîyê ya Bazan ve bûn.

Wî got ku êrîşan li malên DAIŞê yên bihnvedanê dan li nêzî zevîyên Elas û Ecilê û kargeha semadê ya Tekrîtê li parêzgeha Selahedînê û Hawî el-Ezîm li Diyalayê.

Ebû rexîf teqez kir ku Yekşemê serkirdeyekî DAIŞê ku weke "zabitê şerîeta giştî" ya "Wîlayat Nînewayê" ya rêxistinê kar dikir hat girtin piştî girtina ser veşartgeha wî li taxeke Bexdayê.

Wî got ku operasyonpiştî hewalgirîya Îraqî bi dehan şanên DAIŞê li deverin cuda ji Nînewa, Selahedîn û Enbarê û li derdora Bexdayê têk birin hat.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Sedemên berdewambûna hebûna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ev in: 1. Zêdegotinên derbarê rewşa operasyonê de. kesên berpirsyar got ku wan 100 kîlogram ji nitratên amonya gelek materyalên din dîtin. Bo ew bihêlin ku em bawer bikin, divê ew wêneyên van materyalan bikşînin û wan nîşan bidin. 2. Li bajarokê Hîtê, wan çar tunêl dîtine, weke ku di nûçeyê de hatiye. Em ji wan dixwazin ku wêneyên wan bikşînin û wan nîşan bidin bo piştrastkirina angeştan. 3. Mixabin ku rewş pir tê mezinkirin, lê ev tiştekî neyînî ye û dê encamên wê yên neyînî hebin. Berî aniha hatiye ragihandin ku hêzên ewlekarîyê 100 endamên DAIŞê kuştine, lê me tu wêneyîkî endamên DAIŞê yên kuştî nedîtine. 4. Em hemû cangorîkirinan û xebatan bilind dinirxînin, lê pir girîng e ku rastî pir gelek bi dîqet bin bo em karibin sûdê ji serpêhatîyan werbigirin û çewtîyan sererast bikin. Sipas ji hêzên çekdar re ji ber cangorîkirinên wan. Xwedê şehîdên me bi dilovanîya xwe şad bike û leşkerên me yên birîndar sax bike! Sipas.

BERSIV BIDE