Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hewalgirîya Îraqî êrîşan li dijî paşmahîyên DAIŞê dijwar dike

Xalid Taî

Hêzên hewalgirîya îraqî roja 2yê Cotmehê çekên ku paşmahîyên DAIŞê li parêzgeha Nînewayê li jêr zemînê veşartibûn derdixin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî hatiye wergirtin]

Hêzên hewalgirîya îraqî roja 2yê Cotmehê çekên ku paşmahîyên DAIŞê li parêzgeha Nînewayê li jêr zemînê veşartibûn derdixin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî hatiye wergirtin]

Hewalgirîya Îraqî vê dawîyê xebatên xwe yên ewlehî li dijî paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Mûsilê û li seranserê welat dijwar kirine, şirovekarekî Çarşemê (16ê Cotmehê) ji Diyaruna re got.

Hêzên hewalgirîyê Sêşemê du şanên DAIŞê li Şûrayê, li başûrê Mûsilê, têk birin.

Şana yekem ji sê endamên DAIŞê yên dihatin xwestin û yên ku berî aniha di materyalên propagandayî yên DAIŞê de derketibûn pêk dihat.

Ew di operasyoneke parêzî de li dijî veşartgeha wan hatin girtin, ku ji hêla hêzên hewalgirîya serbazî ve pêk hat.

Du leşkerên Îraqî maleke bêhinvedanê ya DAIŞê li deşta Nînewayê, di 16ê Hezîranê de, pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Du leşkerên Îraqî maleke bêhinvedanê ya DAIŞê li deşta Nînewayê, di 16ê Hezîranê de, pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şana duyem ji pênc endaman pêk tê, yên ku di kemîna hêzeke hewalgirîyê de hatin girtin piştî ku ew derbasî nav rêzên wan bûn.

Hêzên hewalgirîyê herwiha dest danîn ser qasên mezin ên çek û cebilxaneyê ku li stargehekê li Şûrayê hatibûn veşartin, şirovekarê ewlehî Fadil Ebû Rexîf ragihand.

Wî ji Diyaruna re eşkere kir ku mala vehewanê 300 topên hawenê, 10 mûşekên katyûşa, û qaseke mezin a bombeyan dihundirand, û da zanîn ku ew bi selametî li devereke ewleh hatin teqandin.

Têkbirina êrîşên xwekujî

Wî got ku hêzên Îraqî vê dawîyê zincîrek ji operasyonên ewlehî li dijî paşmahîyên DAIŞê pêk anîn, û di encamê de 12 xwekuj li parêzgeha Selahedînê kuştin.

"Hêzeke Şana Bazên Hewalgirîyê Duşemê du xwekujên ku kemberên teqîner li xwe dikirin û çar bombe hildigirtin kuştin," Ebû RExîf got, û da zanîn ku milîtant li maleke vehewanê li Samerayê hatin armanckirin.

Wî got ku deh xwekujên din hatin kuştin di êrîşeke hêzên artêşê û ewlehîyê de roja 10ê Cotmehê li ser bingeheke raz a DAIŞê li Smêlatê li navçeya Bêcî li bakurê Selahedînê.

Wî got ku xwekujan dixwest ku xwe di nava sivîlan de biteqînin, lê "lê amadebaşî û hişyarîya hêzên me yên hewalgirîyê planên wan têk birin û êrîşên wan ên tirsonek ên ku dê bibane encama hejmareke mezin ji qurbanîyan vala derxistin".

Ebû Rexîf got ku ajansa hewalgirî ya Îraqî xebatên xwe yên ewlehî dijwar kirin, û da zanîn ku operasyonên vê dawîyê di çarçoveya planên parêzî de yên bo nehiştina derfetên li ber paşmahîyên DAIŞê ku gefê li seqamgîrî û selametîya welat bikin.

Wî daxuyand ku operasyonên parêzî li ser bingeha gelek çavkanîyên agahîyan tên pêkanîn, "yên herî girîng jî agahîyên ku welatî didin, ku ew faktoreke serekî ne di hemû destketinên ewlehî yên ku heta aniha hatine pêkanîn".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500