Nûçeyên Iraqê

Raportên dibêjin ku Amerîka rê li ber daxuyanîyeke ku Turkîyayê şermezar dike li NY ''ne rast in''

Misyona Amerîka li NY raportên dibêjin ku Amerîka rê li ber daxuyanîyeke ku Turkîyayê şermezar dike li civîneke girtî ya Encumena Ewlekarîyê ya NY di heftîya borî de ne rast in.

Her agahîyek ku Amerîka rê li ber daxuyanîya şermezarkirinê "ne rast e, misyonê di hesabê xwe yê fermî yê Twitter de Pêncşemê (10ê Cotmehê) got.

Encumena Ewlekarîyê ya 15-endamî li ser daxwaza pênc welatên Ewropayî kom bûn: Brîtanya, Fransa, Elmanya, Beljîka û Polanda. Di daxuyanîyeke hevbeş de dewletên Ewropayî bang li Turkîyayê kirin ku operasyona xwe ya serbazî rawestîne.

Turkîyayê 9ê Cotmehê dest bi operasyonekê li dijî hêzên Kurdî li bakurê Sûrîyayê kir, ku ew dibêje ew "terorîst in" û ser bi serhildêrên Kurd li Turkîyayê ve ne, AFP ragihand.

Operasyon piştî ragihandina Waşintonê ku ew dê hêzên Amerîkayê ji deverên sînorî yên di navbera Sûrîya û Turkîyayê de vekêşe tê.

"Weke ku serok Trump baş zelal kir, Amerîka piştevanîya biryara Turkîyayê ya pêkanîna êrîşeke serbazî li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê nake," misyona Amerîkayê bo NY got.

Misyonê got ku Turkîya berpirsyar e, nepêbendbûn bi rênimayan, misogernekirina parastina sivîlan û nevegerana rêxistina DAIŞê "dê encamên wê hebin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500