Nûçeyên Iraqê

Trump dibêje ku ِAmerîka "dest ji Kurdên Sûrîyayê" bernedaye

Serok Donald Trump Sêşemê (8ê Cotmehê) teqez kir ku Amerîka "dest ji Kurdan bernedaye" bi biryara wî ya ku tê xuyakirin ku çira kesik ji Turkîyayê re vêxistîye bo ew êrîşê bibe ser hêzên Kurdî li nava Sûrîyayê, AFP ragihand.

"Dibe ku em proseya vekişîna ji Sûrîyayê bibin serî, lê ev qet nayê wateya ku me dest ji Kurdan berda, Kurd miletekî taybet e û şervanên pir baş in," Trump wiha tweet kir.

Wî teqez kir ku Waşinton xwedan pêwendîyeke girîng e ligel endama NATO û hevpara bazirganî Turkîyayê.

Wî herwiha got ku "her şer û pevçûnek ji hêla Turkîyayê ve" dê bibe sedema serencamên "wêranker" li ser aborîya wî welatî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500