Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji sînorê Sûrîyayê dikin

AFP

Leşkerekî Amerîkî li ser navgîneke serbazî rawestyaye li tenîşt bingeheke Hevpeymanîya Navdewletî li derveyî Serê Kanîyê li parêzgeha Hesekê, li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, roja 6ê Cotmehê. Hêzên Amerîkî li Sûrîyayê dest bi vekişîna ji deverên sînorî yên bi Turkîyayê re kirin. [Delîl Sulêman/AFP]

Leşkerekî Amerîkî li ser navgîneke serbazî rawestyaye li tenîşt bingeheke Hevpeymanîya Navdewletî li derveyî Serê Kanîyê li parêzgeha Hesekê, li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, roja 6ê Cotmehê. Hêzên Amerîkî li Sûrîyayê dest bi vekişîna ji deverên sînorî yên bi Turkîyayê re kirin. [Delîl Sulêman/AFP]

Hêzên Amerîkî li Sûrîyayê Duşemê (7ê Cotmehê) dest bi vekişîna ji deverên sînorî yên bi Turkîyayê re kirin, AFP ragihand.

Vekişîna ji xalên girîng ên li seranserê sînorê bakurî yê Sûrîyayê piştî ku Koşka Sipî ragihand ku ew dê xwe bide alî bo rê bide operasyoneke Turkîyayê, ku serokê Turkîyayê Recep Teyip Erdogan got ku dibe di her kêlîyekê de pêk were, tê.

Lê Pentagon haydarî da ku Amerîka piştgirîya êrîşeke Turkî ya gefbar ji bakurê Sûrîyayê re nake, û got ku ew dê herêmê bixe nava neseqamgîrîyê.

"Em dê bi hevalbendên xwe yên din ên NATO û hevparên hevpeymanîyê re bixebitin bo ji Turkîyayê re serencamên neseqamgîrbar ên gengaz ên van kiryaran li ser Turkîya, herêm, û wêdetir teqez bikin," peyvdarê Pentagon Jonasan Hoffman ragihand.

Şervanekî hêzên Birêveberîya Kurdî li bingeheke serbazî ku hêzên Amerîkî jê vekişîyane zêrevanîyê dike, li bajarokê Tel Erqemê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê, li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, roja 6ê Cotmehê. [Delîl Sulêman/AFP] 

Şervanekî hêzên Birêveberîya Kurdî li bingeheke serbazî ku hêzên Amerîkî jê vekişîyane zêrevanîyê dike, li bajarokê Tel Erqemê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê, li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, roja 6ê Cotmehê. [Delîl Sulêman/AFP] 

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), ku hevkarekî serekî yê Amerîkayê ye di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de ku piranîya bakurê-rojhilatê Sûrîyayê kontrol dike, Duşemê ragihand ku "hêzên Amerîkayê ji deverên sînorî yên bi Turkîyayê re vekişîyan".

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov piştrast kir ku hêzên Amerîkî ji xaline girîng li Serê Kanîyê û Girê Sipî vekişîyane.

Berpirsekî Kurd jî ragihand ku hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji sînor kirine, û wiha rê dane êrîşeke Turkîyayê.

Turkîyayê di heftîyên borî de hêz şandine sînor, û Erdogan Duşemê di ragihandineke televîzyonî de got ku operasyona ku ev demeke dirêj e em plana wê dikin dibe "di her şevekê de bê hişyarîkirinê were pêkanîn".

"Hêzên Çekdar ên Amerîkayê dê ne piştgirîyê bidin û ne jî tevlî operasyonê bibin, û hêzên Amerîkayê, yên ku 'Xîlafeta' DAIŞê li ser erdê têk birin, dê êdî li wê deverê nemînin," Koşka Sipî wiha got.

Serok Donald Trump Duşemê berevanîya biryara xwe ya vekişandina hêzên Amerîkayê ji sînorê Turkîyayê yê bi Sûrîyayê re kir, û got ku divê herêm "rewşa xwe çareser bike" û Amerîka hewcedar e ku ji "Cengê Bêdawî yên bêwate" derkeve.

Lê yek ji mezintirîn hevalbendên Trupm, Sînatorê Amerîkî Lindsey Graham, serokê Komîteya Dadwerî ya Encumena Pîran, got ku ew dê ji Kongrês bixwaze ku biryara serok red bike, û texmîn kir ku ev yek dê cihê "piştgirîyeke bihêz a herdu partîyan be".

NY "bi hemû alîyan re di têkilîyê de ye"

Enqera dibêje ku wê dixwest bi awayekî bilez"herêmeke ewleh" li alîyê dinê sînor ava bike, û ew plan dike ku dora 3.6 milyon penaberên Sûrî yên ku aniha li Turkîyayê dijîn li wir bi cih bike.

Lê Kurd dibêjin ku armanca Turkîyayê lawazkirina hebûna Kurdî li herêmê ye, bi rêya guhertina dîmografîya deverê bi vegerandina penaberên Ereb ên bi piranî Sunî ne.

QSDê hişyarî ji xeterîyên êrîşeke Turkî li ser herêmê da, û got ku ew dê li hember her êrîşeke Turkîyayê li ber xwe bide.

"Weke Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, em dê bi hemû bedelan berevanîyê li xaka xwe bikin," wê di daxuyanîyekê de got.

Di daxuyanîya Duşemê de, QSDê got ku êrîşa her êrîşeke Turkîyayê dê serketinên serbazî yên li dijî DAIŞê, ku bi baceke mirovî ya mezin hatine pêkanîn, ji nav bibe û dê rê bide lîderên zindî yên rêxistina tundrew ku ji veşartgehên xwe derkevin.

NY Duşemê got ku ew xwe "ji sînaryoya herî xerab" li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê amade dike.

Kordînatorê herêmî yên NY bo karûbarên mirovî li Sûrîyayê Panos Moumtzis got ku "gelek pirsyarên bê bersiv hene" li dor serencamên operasyonê.

Moumtzis da zanîn ku NY bi hemû alîyan re di têkilîyê de ye" têkildarî rewşa li ser zemînê.

Yekîtîya Ewropayê hişyarî da ku dibe operasyona Turkî sivîlan bixe xeterîyê û bibe sedema "bêwarîyeke berfireh".

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê Amerîkî werin kuştin û ji deverên ku ew lê ne werin qewitandin. Di Dîrokê de, wan nîşan daye ku ne cihê bawerîyê ne. Deverên ku Amerîkî li wir tune ne ewletir û aramtir in.

BERSIV BIDE

Babetên girîng belav bikin, ev çi dagirtina bê wate ye? We seleteyek (têkelîyek) dirust kiriye.

BERSIV BIDE

Divabû ku ev gav bê rezamendîya Amerîkayê hatibe dayîn!!! Ew kî dixapînin? Belê, çawa Turkîya û yên din ajandayên Rojavayî yên kuştina Musilmanan, çi Kurd û çi Ereb bi cih tînin?

BERSIV BIDE

Dê Turkîya komkujîyên mirovî li rojhilatê Feratê pêk bîne çawa li Efrînê pêk anî. Hûn nabînin çi li Efrînê diqewime ji 20ê Kanûna Duyem a 2018an ve? Bi hezaran sivîl ji warên xwe aware bûn, û bi sedan jin, zarok û pîrên bêsûc hatin kuştin. Turkîya herwiha xweza şewitand û kuştin û mal û mulkên welatîyan dizîn. Xwîna Kurdan li Efrînê ji wan re bûye weke vexwarina avê. Hîn rastî ji wiha xerabtir e. Ka mafên mirov? ka ol? Ka welatên zaldar? Ka raya giştî? Dê heman tişt li rojhilatê Feratê biqewime eger êrîşa Turkî ya nerewa dewam bike. Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ya ku berevanî li welatên Ewropayî û Amerîkayê kir li dijî terorîzma "Dewleta Îslamî" (DAIŞ); Hêzên Sûrîyaya Demokratîk a ku xwe feda kir, bo zarokeke Amerîkî û Ewropayî neyê kuştin bi destê terorîzma DAIŞê; zarokên Rojava yên ku canên xwe ya tahir bo tevahîya cîhanê gorî kirin, û bi sedan şehîd û birîndar dan, û xwîn û canên xwedan bo bidestxistina serkeftinê û misogerkirina aştîyê û dadwerîyê, wê çi be çarenivîsa wan? Hêvî me ku dê postê min bigihêje tevahîya cîhanê. Hêvî dikim ku hûn selamet bin.

BERSIV BIDE