Nûçeyên Iraqê

2 kes mirin di qeyikekê de ku koçberine Îraqî û Sûrî hildigirtin

Du jin mirin û 16 kesên Îraqî hatin rizgarkirin, di nav de heşt zarok, roja Duşemê (17ê Îlonê) piştî ku qeyika wan noq bû, tê zanîn ku ew ber bi Yonanê ve diçû, li raberî berava başûr-rojavayê Turkîyayê, AFP ragihand.

Pasevanên kenaran penaber rizgar kirin piştî ku ew sibehê zû hatibûn agadarkirin.

Pasevanên kenaran di daxuyanîyekê de gotin ku wan 15 Îraqî û yekî Sûrî rizgar kirin, dan zanîn jî ku wan termên du jinan dîtin.

Pasevanên kenaran anîn ziman ku 19 kes di qeyikê de bûn û lêgerîn berdewam e bo dîtina jineke wendayî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500