Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî zicîra sînorî bi Sûriye û Urdunê re ewle dikin

Xalid Taî

Endamekî ku pasevaniya sînorê Iraqî dike nîşana serkeftinê bi deste xwe çêdike piştî ku hêzên Iraqî deriyê Welîd ê li ser sînorê Sûriyê xistin jê kontrola xwe [Wêne ji pasevanên sînorê Iraqî]

Endamekî ku pasevaniya sînorê Iraqî dike nîşana serkeftinê bi deste xwe çêdike piştî ku hêzên Iraqî deriyê Welîd ê li ser sînorê Sûriyê xistin jê kontrola xwe [Wêne ji pasevanên sînorê Iraqî]

Pasevanên sînorê Iraqî sînorê di navber Iraq, Sûriye, û Urdunê de li Rutbaya li rojavayê parêzgeha Enbarê ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) vegerandin, berpirsyarekî xwecihî ji Diyaruna re dibêje.

Destpêka vê hefteyê, hêzên Iraqî dest bi kampanyayeke serbazî kirin daku sînorê ku ji deriyê Welîd li ser sînorê Sûriyê destpê dike heta deriyê Trêbil li ser sînorê Urdunî ewle bikin, parêzgarê Rutbayê Ehmed Meşel Dilêmî ji Diyaruna re roja Sêşemê (20ê Hezîranê) got.

"Hêzên me sînorê bi dirêjahiya 80 kîlometiran bi temamî vegerandin," wî got.

"Di saetên pêşî ji operasyonê de, hêzên Iraqî 70 kîlometir ji rêya giştî ya navdewletî vegerandin, rêya ku digihîne deriyê Welîd," wî got.

"Pêşketin gelekî bilez bû, hêzên me rastî ti berxwedanê ji aliyê endamê DAIŞê ve nehatin ên ku xwe dûrî pevçûna li deverên biyabanî yên vekirî dikirin," wî got.

Pasevanên sînor dest bi kolana xendek û barîkatan û danîna asêgehan û cihên xwe li seranserî sînor kirin weke tedbîrên pêşgir li dijî êrîşên DAIŞê, Dilêmî got.

Hêzên Iraqî berdewam kirin ku li bakurê deriyê Welîd ber bi Qaimê ve pêşve biçin, ku hîn li jêr kontrola DAIŞê ye, wî got.

"Ew bilez tevgerê dikin daku sînorê rojavayî bi temamî vegerînin û rêyên piştgiriyê li ber terorîstan bigrin ji bo rizgarkirina Qaimê, asêgeha DAIŞê ya sereke ye dawî li parêzgeha Enbarê," wî anî ziman.

Di heman demê de, niştecî hîn li Qaimê û hin bajarokên din dorpêçkirî ne - Anah, Rawa û Ekaşat - ew rastî şertûmercine gelekî zehmet tên ji ber binpêkirinên ji aliyê çekdaran ve.

Gelek niştecî van rojên dawî ji wê derê direviyan, Dilêmî got.

"Meha borî, me destpê kir ku rojane pêşwazîya nêzîkî 50 malbatan bikin-- ku digihin 300 kesan jî" wî got, wî anî ziman ku yekser ew dibirin kampan li Remadî cihê ku wan xizmetên bingehîn û guhdana bijîşkî werdigirt.

"Heta bajarên li Enbarê mayî neyên rizgarkirin, êrîşên terorîst ên Rutbe dikin armanc dê ranewestin," Dilêmî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500