Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî hewldaneke DAIŞê ya derbasbûna bi dizî ji Sûrîyayê têk dibin

Pasevanên Sînor ên Îraqî hewldana şeş endamên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) ku ji Sûrîyayê derbasî Îraqê bibin têk birin sibeha zû ya roja Sêşemê (30ê Cotmehê).

Her şeş endam hewl dan ku derbasî rêbenda ewlehî ya sînor bibin, peyvdarê Fermandarîya Pasevanên Sînor a Navçeya 3mîn, muqedem Ehmed Nacî, wiha ji Diyaruna re got.

Nacî anî ziman ku wan agir berdan burcekî çavdêrîyê yê Îraqî, lewra hêzan bersiv da, di encamê de sê kesên derbasker hatin kuştin û her sê kesên din neçar bûn ku bi paş de vegerin erdên Sûrîyayê.

Nacî ragihand ku ev hewldana derbasbûnê ya sêyem e ji hêla DAIŞê vê heftîyê, lê hemû hatin têkbirin, da zanîn jî ku du milîtanên ku hewl dan sûdê ji rewşa atmosferê ya ne baş werbigirin daku derbasî sînor bibin Îna borê (26ê Cotmehê) hatin kuştin.

"Di hewldaneke [derbasbûnê] ya din de Yekşema borî, otombêleke ku terorîst hildigirtin rastî bombebarankirina helikopteran hat," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500