Nûçeyên Iraqê

DAIŞ du pasevanên sînor li rojavayê Îraqê dikuje

Hinek çekdarên "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) du pasevanên sînor îro Çarşemê (26ê Nîsanê ) kuştin di zincîra kemînên herî dawî de li biyabana rojavayî ya Îraqî, AFP ragihand.

"Êrîşa DAIŞ karwana me ji xwe re kiribû armanc, karwana ku radihişte şervanan li ser rêya sereke li devera Seqir, li rojhilatê Rutbayê," mulazimekî ji pasevaniya sinor a Îraqî got.

"Pevçûn qewimîn, di wan pevçûnan de du pasevanên sînor hatin kuştin û pêncên din birindar bûn," efser got.

Fermandarekî xwecihî yê polîsê hejmara kuştiyan tekez kir.

Cihê êrîşê nêzîkî devera ku DAIŞ lê kemîn ji karwaneke hêzên ewlekariyê re pêk anîbû roja Yekşemê bû, ku herî kêm 10 kes tê de hatin kuştin. Êrîşeke din li rojavayê Rutbayê di heman rojê de du kesên din kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500