Nûçeyên Iraqê

Kargeheke sazkirina bombeyan a DAIŞê li Enbarê tê dîtin

Kargeheke mezin a sazkirina bombeyan a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat dîtin di operasyonekê de li nêzî Qaimê li rojavayê Enbarê, polîsê Îraqî li parêzgeha Enbarê îroj Pêncşemê (23yê Tebaxê) ragihand.

"Hêzên Îraqî kargeheke DAIŞê ya sazkirina teqemeyîn bidestçêkirî û otombîlên bombrêjkirî dîtin li Akaşatê, li nêzî Qaimê," serokê polîsê Enbarê, lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

Wî got ku kargehê herî kêm 1.2 ton ji teqemenîyan dihundirandin.

"Terorîstên DAIŞê xaniyek veguertibûn bo workşopeke sazkirina bombeyan di dema dagirkirina wan ji deverê re," wî got, lê piştî rêxistin bi binket, xanî hat dîtin bi alîkarîya xelkê deverê.

"Gumanbar hatin girtin, û aniha lêpirsîn bi wan re tê kirin," Erzayic got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500