Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî li pey paşmahiyên DAIŞê digerin li nêzî sînorê bi Sûriyê re

Xalid Ta'î

Di vê wêneya ku roja 14ê Îlona 2017an de belav bûye, polîsê Enbarên tên dîtin çaxê ew zilamekî li Qaimê digrin, ku ew wî bi ajotina otombîleke bombrêjkirî gunehbar dikin. [Wêne ji aliyê Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Çarşemê (11ê Nîsanê) dest bi oporasyoneke serbazî kirin bo paqijkirina deverên biyabanî li derdora bajarokê sînorî Qaimê yê parêzgeha Enbarê ji bermahiyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û veşargehên wê.

Firqeya 8ê ya artêşa Îraqî lêgerînan li deverên biyabanî li derdora bajarok pêk tênin bo kifşkirin cihên DAIŞê, qayimeqamê Qaimê, Ehmed Dulêmî ji Diyaruna re got.

Hêzên artêşê karîn du veşargehên DAIŞê bibînin -- tunêlên ku rêxistinê kolandin li biyabana li nêzî Qaimê -- wan ew bikar tanî bo xeveşartina ji çavdêrîkirina hewayî û amadekarîkirina bo êrîşan, wî got.

Tu çekdarên DAIŞê di veşargehan de ne hazir bûn di dema êrîşan de, û "tu çek an alava nehatin dîtin, ji bilî hinek xwarin û cil", Dulêmî got.

Di vê wêneya ku roja 28ê Îlona 2017an de belav bûye, şêniyên Qaimê pirsên ewlehî û nîgeraniyên xwe bi serokê polîsê Enbarê re, emîd Hadî Kesar Erzayic nîqaş dikin. [Wêne ji aliyê Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Wî got ku di çarçoveya heman operasyonê de, hêzên ewlekarî kesek girtin û dest danîn ser kembereke teqîner li mala wî li Qaimê.

Dilêmî got ku kembera teqîner amade bû bo teqandinê, kesê gumanbar jî, hevwelatiyê Îraqê ye, dixuye ku haziriya pêkanîna êrîşeke xwekujî dikir.

Lêpirsîner lêpirsînê bi kesê gumanbar re dikin bo bidestxistina agahiyên têkildarî şanên razayî û hêsankirina têkbirina wan, wî got.

Ji sêyê Mijdarê ve, dema ku hêzên Îraqî DAIŞ ji Qaimê derxistin, "tu xerqeke ewlehî rû nedaye, çi li navenda bajêr û çi li gundewarên wê", Dulêmî got.

Wî got ku ewlehî berdest e ji ber hêzên Îraqî li her quncikeke bajêr û bi dirêjahiya sînorê bi Sûriyê re cih girtine.

Peygerîn û armancgirtina cihên milîtanan, li ser bingeha agahiyên ji çavkaniyên hewalgirî û xelkê deverê, "bandoreke wan a mezin di peydakirina jîngeheke bêtir ewle û aram de heye", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500