Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî qonaxa 3êyem a pêngava "Qehremanên Îraqê" dest pê dike

Xalid Taî

Fermandarine polîsê federal di 22yê Hezîranê de li nexşeyeke operasyonên li dijî paşmahîyên DAIŞê di çarçoveya qonaxa sêyemîn a pêngava "Qehremanên Îraqê" de dinêrin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Fermandarine polîsê federal di 22yê Hezîranê de li nexşeyeke operasyonên li dijî paşmahîyên DAIŞê di çarçoveya qonaxa sêyemîn a pêngava "Qehremanên Îraqê" de dinêrin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Duşemê (22yê Hezîranê) qonaxa sêyemîn a pêngava serbazî ya bi navê "Qehremanên Îraqê" dest pê kirin bo şopandin û têkbirina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bakur û rojhilatê Îraqê.

Yekîneyin ji fermandarîyên operasyonên Selahedînê, Samera û Diyalayê, û ji Firqeya 9ê ya Zirxî, beşdarî enîyeke ji hersê enîyên pêngavê bûne li devereke bi rûbera nêzî 5,000 kîlometrên çargoşe.

Ev yek jî deverên di navbera sînorên birêveberî yên parêzgehên Selahedîn, Diyala û Kerkûkê de dihundirîne.

Hêzan di roja pêşîn a operasyonê de "encamine pir baş" bi dest xistin, peyvdarê Fermandarîya Opersayonên Selahedînê emîd Fîras Beşar Sebrî teqez kir.

Leşkerine Îraqî 14ê Sibatê li veşartgehên DAIŞê di çarçoveya qonaxa yekemîn a pêngava "Qehremanên Îraqê" de digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî 14ê Sibatê li veşartgehên DAIŞê di çarçoveya qonaxa yekemîn a pêngava "Qehremanên Îraqê" de digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Sebrî ji Diyaruna re ragihand ku raportine hewalgirî dibêjin ku şanên DAIŞê li deverên Eys, Hawizê Ezim, Metyeba û zevîyên di navbera Diyala û Samerayê de xwe bi cih dikin.

Sebrî got "me gelek baregehên raz [ên DAIŞ] ku pêdivîyên xwarinê û alavên peywendîkirinê dihundirandin wêran kirin".

Wî anî ziman jî ku wan sê veşartgeh, çar tunêl, du workşopên sazkirina bombeyên bidestçêkirî û veşartgeheke cebilxaneyê jî wêran kirin.

Dorpêçkirina paşmahîyên DAIŞê

Li enîya operasyona serbazî ya li başûr-rojavayê Kerkûkê yekîneyin ji Wezareta Hundir, ku ji fermandarîya polîsê federal, fermandarîya Firqeya Bersivdayîna Lezgîn, Foca SWAT û firqeyên teknîkî pêk tên, beşdar bûne.

Van hêzan çar veşartgehên DAIŞê û kargeheke sazkirina teqemenîya wêran kirin, herwiha bi dehan bombeyên bidestçêkirî û mûşek teqandin.

Enîya serbazî ya sêyemîn, ku deverine li Diyala, Selahedîn, Samera û Kerkûkê dihundirîne, ji lîwayine ji hêzên êlan û yên Heşda Şaebî pêk tê.

Wan sê veşartgeh û depoyeke cebilxaneyê û hejmarek ji bombeyên bidestçêkirî wêran kirin.

Sebrî anî ziman ku operasyon bi piştevanîyeke asmanî ji alîyê hêzên Îraqî yên asmanî û balafirên hevpeymanîya navdewletî diçe serî.

Wî dîyar kir ku operasyon li gorî planekê bi pêş dikeve ku dixwaze "çekdaran ji hemû alîyan de dorpêç bike û rê nede wan ku birevin".

Wî destnîşan kir ku wênekişandina asmanî bo ramaliştin û çavdêrîkirina tevahîya deverê bi awayekî berdewan, her 24 saetan, tê bikaranîn, û da zanîn jî ku wan xetine peywendîyên tundrewan ên girîng qut kirine.

Sebrî got ku endamên DAIŞê zû bi paş dikevin, destnîşan kir jî ku operasyonên wan li deverên armanckirî yên di çend mehên dawî de tenê ji "çandina bombeyan bi awayekî bêserûber û êrîşbirina ser rêbendên pişkinînê li deverên dûrdest" pêk hatin.

Qonaxa yekemîn a pêngava "Qehremanên Îraqê" di nîvê meha Sibatê de pêk hat û 26,000 kîlometrên çargoşe li biyabana rojavayî ya Îraqê da ber xwe.

Qonaxa duyemîn jî, ji 2- 4ê Hezîranê pêk hatibû, ​​rûbereke bi qasî 7,000 kîlometrên çargoşe di navbera parêzgehên Selahedîn û Kerkûkê de da ber xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500