Wezareta Hundir a Îraqî îroj Înê (13ê Tîrmehê) ragihand ku hêzên ewlekarîyê kargeheke li navçeyekê li başûrê Mûsilê dîtin ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew bo sazkirina mînan û teqemenîyên pêşxistî bikar tanîn.
"Ji demjimêrên destpêkê yên sibeha Înê de, hêzên ewlekarîyê tiştên li nava kargeheke sazkirina bombeyan a DAIŞê li başûrê Mûsilê derdixin." peyvdarê wezaretê Saed Maen ji Diyaruna re ragihand.
Maen da zanîn ku herwiha kargeh bo bombrêjkirina otombîlan bi teqemenîyan dihat bikaranîn, û ew li avahîyeke terikandî li Geyarayê hat dîtin li ser bingeha agahîyên ku xelkê dan.
Kargehê "qasên mezin ji teqemenîyan dihundirandin, û me biryar da ku em wan veguhezin deverke dûr û bêxelk daku em wan têk bibin", wî anî ser ziman.