Nûçeyên Iraqê

Hevbendîya Erebî- Kurdî di yekmîn giftûgoyan de ne bi Şamê re

Hevbendîyek Erebî-Kurdî giftûgoyan bi Şamê re bo cara yekemîn digerîne têkildarî pêşeroja herêma bakurê Sûrîyayê ya li jêr kontrola wê, berpirsekî hevbendîyê îroj Înê (27ê Tîrmehê) eşkere kir.

Hikumeta Şamê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) dora 90% ji Sûrîyayê kontrol dikin, û piştî zincîreke operasyonan li dijî komên opozîsyonê di mehên dawîn de hikumetê desthilatîya xwe li ser piranîya navçeyên başûrî dîsan disepîne, AFP ragihand.

Şandeke baskê siyasî yê QSDê pêşeroja rêveberîyên xweser ên ku li bakur û bakurê rojhilatê Sûrîyayê hatine damezrandin gengeşe dikin, wî rayedarê hevbendîyê got.

"Şandeyek ji Encumena Sûrîya Demokratîk yekemîn serlêdana fermî bo Şamê bi vexwendina hikumetê encam dide," hevserokê encumena Erebî Riyad Derar got.

"Em bo pêkanîna aramîyê li bakurê Sûrîyayê dixebitin," wî anî ziman.

Derar anî ziman "em hêvî dikin ku giftûgo bo rewşa li bakurê erênî bin," da zanîn jî ku ew "bêyî tu pêşmercan" tên girêdan.

QSD kontrolê li ser bêhtirî 27% ji erdên Sûrîyayê dike, li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, di nav de deverên ku piranîya wan Kurd in bi dirêjahîya sînorê bakurî yê bi Turkîyayê re û bajarê Reqayê ya ku piranîya wê Ereb e.

Şervanên QSD Reqa bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî di Cotmeha bihurî de ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rizgar kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500