Nûçeyên Iraqê

QSD: Çekdarên DAIŞê rastî xweradestkirin an mirinê tên

Endamên "Dewleta Îslam"( DAIŞ) yên berevanîya dawîn asêgehên xwe dikin li Sûrîyayê dê "di şer de bên kuştin" eger xwe radest nekin, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) roja Sêşemê (19ê Sibatê) berî rûbirûhatina dawî ragihand.

Hevbendîya Erebî-Kurdî got ku ew hewl dide ku sivîlên di nîv kîlometra çargoşe ya dawî ji xaka di destê DAIŞê de asêmayî rizgar bike berî ew êrîşê bibe ser asêgeha tundrewan, AFP ragihand.

Peyvdar Mistefa Balî bêyî tu hûrgilîne din bide dîyarkirin got "em li ser cudakirina sivîlan dixebitin paşê em dê êrîş bikin. Ev yek dê pir nêz pêk were."

Balî anî ziman ku "çekdarên DAIŞê tenê du rê li ber wan hene, yan xwe radest bikin an jî di şer de bimirin".

Çavkanîyeke agahdar ji AFP re got ku çekdarên DAIŞê dixwazin korîdoreke ewle heta bajarê Idlibê li bakur-rojavayê Sûrîyayê bi dest bixin.

Çavkanîya ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku "ew dixwazin hinek sivîlan bi xwe re bibin da wan weke mertalên mirovî bi kar bînin. Lê QSD naxwaze vê yekê giftûgo bike."

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku QSD ev yek red kiriye.

AFP nikarîbû vî tiştî ji berpirsekî QSD piştrast bike, lê fermandarekî hevbendîyê got ku DAIŞ bo danûstandinan tu desthilata xwe tune ye.

Fermandar destnîşan kir ku "ew di devereke pir teng de asê mane û tu rê li ber wa tune ye ji bilî xweradestkirinê."

Gundekî biçûk ku ji çend avahîyan pêk tê li gundê Baxozê ew tenê di destê rêxistinê de maye, ku di destpêka kontrola xwe de devereke bi qasî Brîtanyayê di dest de bû.

NY roja Sêşemê nîgeranîya xwe derbarê "rewşa 200 malbatan, di nav de gelek jin û zarok, ku hat ragihand ew di asêgeha DAIŞê de asê mane," anî ziman.

"Xuyayî ye ku DAIŞê rê li ber reva piranîya wan girtiye," NY di daxuyanîyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500