Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD êrîşa dawî bo derkirina DAIŞê li Sûrîyayê pêk tîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Şervanên Hêzên Sûrya Demokratîk (QSDê) li nêzî gundê Baxozê yê Dêra Zorê, asêgeha DAIŞê ya dawî li Sûrîyayê, bi cih bûne. [Wêne ji QSDê hatiye wergirtin]

Şervanên Hêzên Sûrya Demokratîk (QSDê) li nêzî gundê Baxozê yê Dêra Zorê, asêgeha DAIŞê ya dawî li Sûrîyayê, bi cih bûne. [Wêne ji QSDê hatiye wergirtin]

Şervanên Sûrî bi piştgirîya agirê topxaneya hevpeymanîya navdewletî êrîşa xwe di (11ê Sibatê) de dijwar kirin da ku rûbera dawî ji erdê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerînin, AFP ragihand.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) roja Şemîyê êrîşa xwe ya dawî îlan bo derkirina bi sedên tundrewan ji parçeyê dawî li rojhilatê Sûrîyayê li ser sînorê Îraqî ragihand.

Hevpeymanîyê Duşemê bi bombeyan li devera DAIŞê ya dawî dixe piştî êrîşeke dijber di demjimêrên zû yên sibehê de ji alîyê DAIŞê ve ku tê de çend şervanên QSD birîndar bûn.

"DAIŞê êrîşeke dijber girte ser hêzên me û aniha em bi roketan, êrîşên asmanî û şerên yekser li wan vedigerînin," peyvdarê QSD Mustefa Balî ji AFP re ragihand.

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) êrîşên xwe yên li dijî DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê hefteyekê rawestand bo derfetê bide sivîlan ku birevin. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) êrîşên xwe yên li dijî DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê hefteyekê rawestand bo derfetê bide sivîlan ku birevin. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Wî got ku "bi dehan rehîneyên QSD ligel DAIŞê ne" di hundirê asêgeha wan a dawî de, lê wî raportên angaşt dikin ku ew hatin îdamkirin red kirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku hevbendîya Kurdî-Erebî Duşemê fişar kir li dijî astengîyên zehmet.

"QSD hêdî hêdî li cihê mayî li jêr kontrola DAIŞê bi pêş ve diçe" li kevîka gundê Baxozê li parêzgeha Dêra Zorê, birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Lê mayînên erdê, nîşangerên DAIŞê, tunelên ku tundrewan kolandine bo berevanîya xwe bikin pêşketina wan asteng dikin, li gorî serokê Rewangehê.

''Pêşketînên berçav li ser erdê''

QSD operasyona serbazî ya dawî li dijî DAIŞê îlan kir piştî ku rawestandineke ku hefteyekê dom kir da ku derfetê bide sivîlan ku birevin, zabitê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re got.

DAIŞê "hemû rêyên diçin derveyî gund girtin da ku nehêle sivîl birevin û wan weke mertalên zindî bi kar bîne", wî got.

Wî got ku operasyonan bi piştgirîya cewî û lojistî ya tam ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve dewam kir, "bêtirî 50 êrîşên asmanî bi balefirên hevpeymanîyê hatin cîbicîkirin ji roja Şemîyê ve".

"Bombebarankirin û êrîşên asmanî armanc dikin ku hemû xetên dabînkirinê yên hundirîn qut bikin li devera ku endamên DAIŞê tê de xwe asê dikin," Xoca got.

Wî got ku du tunel û gelek cihên DAIŞê û depoyên çekan hatin wêrankirin, û 10 rê jî hatin girtin.

Herwiha QSD dest danî ser mêjereke çek û cebirxaneyên ku endamên DAIŞê yên reviyan li şûn xwe hiştibûn.

Wî got ku QSD "pêşketineke berçav li ser erdê" pêk anî, tevî ku pêşketin hêdî ye ji ber ku hejmareke mezin a mayînên ku ji alîyê DAIŞê ve hatine çandin daku pêşketina hêzên QSD asteng bikin hene.

Herwiha ji ber bagerên tozê û baran xurt operasyon hêdî hêdî bûn.

Xoca got ku ew pêşbîn dike ku pêngava dawî ya êrîşê "ne bêtir ji 10 rojan dirêj bike ji ber ku devera li jêr kontrola rêxistinê ne bêtir ji çend kîlometrên ducar e".

Xoca daxuyand ku hevahengî bi alîyê Îraqî re berdewam e da ku nehêlin endamên DAIŞê birevin û bi dizî derbasî Îraqê bibin "ji ber ne gengaz e ku ew li devera xwe ya dawî li Sûrîyayê bimînin".

Bexdadî "gengaz e ku ne li Sûrîyayê ye"

Ji Kanûna Yekem ve, bi dehên hezaran kes, piranîya wan jin û zarokên têkildarî çekdarên DAIŞê, revîyan erda li jêr kontrola QSD.

QSD kesên nû digihan seh kirin û yên dibe ku tundrew bin dane alîyekê da ku rastî lêpirsînê werin.

Roja Duşemê, bi dehan şervanên QSD û hêzên hevpeymanîyê cih girtibûn di xaleke pêşkinînê de ku taybet e bi kesên ku nû ji deverên li jêr kontrola DAIŞê hatine.

Hêzên hevpeymanîyê 20 kes rawestandin.

Rewangehê ragihand ku dora 600 kes karîbûn bigihêjin deverên QSD roja Yekşemê piştî ku ji şer revîyan.

Di nav wan de 20 kesên ku guman heye ew endamên DAIŞê bin, di nav de du jinên Fransî, heft Turk û sê Ukranî, li gorî Rewangehê.

QSD roja Yekşemê ragiahand ku nêzî 40 çeperên DAIŞê piştî şerekî yekser bi çekên sivik hatin standin.

Hevbendîyê berî niha ragihandibû ku dibe nêzî 600 tundrew û bi sedan sivîl di hundirê rûbereke bi firehîya kîlometreke ducar mabin.

Peyvdar Mustefa Balî got ku serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî ne di nav wan de bû, û dibe ku ne li Sûrîyayê be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500