Nûçeyên Iraqê

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk operasîyonan li dijî DAIŞê berdeam dike

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) vê heftîyê pêngaveke nû li dijî asêgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pdest pê kirin li rojhilatê Sûrîyayê, AFP ragihand.

Endamên Kurd ên di hevbendîya Erebî-Kurdî de dest ji newala Çemê Firatê ya navîn berdan di meha Sibatê de piştî ku Turkîyayê leşkerin derbasî Sûrîyayê kirin û operasîyoneke serbazî li dijî hêzên Kurdî pêk anîn li Efrînê.

Lê QSD di heftîya borî de ragihand ku ew xebatan ji nû ve dest pê dike bo nehiştina DAIŞê li hinek deverên Sûrîyayê yên ku hebûna wê li wan heye, di nav de parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatî li nêzî sînorê bi Îraqê re.

"Vê heftîyê, pişî zêdebûna êrîşên hevbendîyê li dijî dawîn deverên ku DAIŞ desteser kirine li Sûrîyayê, QSD êrîşan dewan dike bo paqijkirina devera dawîn li rojhilatê Sûrîyayê ji DAIŞê," lîwayê Brîtanî Feliks Gedney, cîgirê fermandarê hevpeymanîyê got.

Qonaxa yekemîn ji operasîyonan parastina parçeyê başûr- rojhilatî ji sînorên Sûrî-Îraqî armanc dike bi hevkarîya hêzên ewlekarî yên Îraqî re, Gedney got.

Wî hejmara çekdarên DAIŞê destnîşan nekir, tevî wî anî bû ziman ku tundrûyên xwecihî dest ji şer berdidin, û ev yek tevlîhevîyê di navbera yên mayî de çêdike.

"Têbînîne ji rojhilatî Sûrîyayê nîşan didin ku moralên çekdarên DAIŞê noq dibin", Gedney got.

"Bihevketin di navbera çekdarên DAIŞê yên deverê û biyanî de gur dibin, lê belê birêveberîya DAIŞê hîn reva ji herêmê berdewam dike, vê yekê çekdar bêyî kereste û bi moralekî nizim hêla ne. Çekdarên DAIŞê di şûna mirinê de xwe radest dikin ".

Bêhtirî 400 çekdarên DAIŞê aniha li ba QSD girtî ne, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500