Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: Êrîşeke DAIŞê li biyabana Sûrîyayê 26 hêzên rejîmê dikuje

Êrîşeke Rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) a ji nivşkê ve li ser çeperên rejîma Sûrî bêhtirî 20 kesî ji hêzên bi ser rejîmê ve kuştin li biyabana berfireh a welat, AFP Sêşemê (22ê Gulanê) ragihand.

"Herî kêm 26 leşkerên rejîmê û hêzên bi ser wê ve hatin kuştin di êrîşa DAIŞê de serê vê sibehê li dijî yek ji çeperên wan li Badîya Sûrî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Polîsê Sûrî li hemû alîyên başûrî Şamê roja Sêşemê bi cih bû, piştî rojekê ji kontrola rejîmê li ser deverên mayî ji DAIŞê.

Rejîmê roja Sêşemê destê xwe danî ser Kampa Penaberên Filestînî ya Yermûkê, Tedamun û Hecer Eswedê, ev yekemîn car e ku Şam bi temamî dikeve jêr destê wê ji 2012an de.

Ajansa karûbarên penaberan ya NY (UNRWA) got ku pir zehmet e em vegera xelkê li Yermûkê nîqaş bikin, kamp pir ziyan gihiştiyê.

"Yermûk carekê warekî geş bû ji 160,000 Filestînî re. Îroj ew di nav kavilan de ye, hema bi zorê dibe malek hebe ku destê pevçûnê negihabê", berdevk Chris Gunness anî ziman

"Sîstema tenduristîya giştî, av, kehrebe, xizmetguzarîyên sereke yên jîyanê pir ziyandar in. Bermayîyên vê milmilanîya dijwar li her deverê ne", wî got. "Di vê jîngehê de, pir zehmet e ku tu bibînî xelk vedigerin."

Wî got ku bêhtirî 200 sivîlî hîn li Yermûkê ne, tev temenmezin û nexweşan.

"Rewşa ew jiyan dikin bi hemû pîvanan ne mirovî ye û em gerkdarî giheştina alîkarîyên mirovî bi awayekî lezgîn in", wî got, da zianîn jî ku UNRWA nikarîbû bigihêje Yermûkê ji 2015an de .

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500